Polîsên rejîma Îranê kasibkarek din yê Kurd kuşt
Rêxistina Mafê Mirovan a Rojhilatê Kurdistanê ragihand ku hêzên polîsên rejîma Îranê êrîşî kasibkarên Kurd kirin û di encamê de kasibkarekî Kurd hat kuştin
NAVENDA NÛÇEYAN
Îro Rêxistina Mafê Mirovan a Rojhilatê Kurdistanê ragihand ku duh kasibkarê Kurd yê bi navê Mecîd Dadxah di dema barê xwe bar dikir, li derdora navçeya Mako ya ser bi Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê, ji aliyên hêzên rejîma Îranê ve rastî êrîşa bi çekan hatiye û hatiye kuştin. Li gorî agahiyên Rêxistina Mafê Mirovan a Rojhilatê Kurdistanê ew kasibkaran li derdora navçeya Mako ya ser bi Urmiyê ve bûn û barê ça û kelûpelên ceyranê li gel wan bûn. Ketîne kemîna polîsên rejîma Îranê û çend metreyan ji wan dûr bi çekan êrîşî wan hatiye kirin, barên xwe avêtine û reviyane. Di heman demê de kasibkar Mecîd Dadxah ne kariye xwe xilas bike û hatiye kuştin. Hêjayî gotinê ye ku di hefteya derbasbûyî de 4 kasibkar ji aliyê rejîma Îranê ve hatine kuştin û 4 kesên din jî birindar bibûn. (np)