Polîsên Tirk êrîşê meşa Melezgîrê kir
Li navçeya Melezgîrê ya Mûşê bi armanca ku balê bikişînin ser greva birçîbunê ya girtiyan ku ket roja 54’an meşek hat organîzekirin û meş rastî mudaxaleya polîsan hat. Di nava wan de şaredarên Melezgîrê û Konakkuranê û serokên BDP’a Navendê jî hebû gelek kes hatin binçavkirin.
Li navçeya Melezgîrê ya Muşê girseya ku xwest bimeşe di saetên serê dibê de li ber avahiya BDP’ê ya Melezgîrê hatin cem hev. Li gel Şaredarê Melezgîrê Mehmet Nurî Balci, serokê BDP’a Melezgîrê Nîhat Kalin, şaredarên bajaroka Konakkuranê Kemal Çetîn gelek kesî dest bi meşê kir.
Pankarta ku navê girtiyên girtîgeha Tîpa E ya Muşê yên di girevê de bûn hebû hate vekirin. Her wiha girse bi onlukên ku navê girtiyan li ser nivîsabûn di derketina Melezgîrê de li ser Pira Hatun bi barîkata polîsan re rû bi rû ma.
Polîs êrîş girseya ku meşa xwe de bi biryar kir, şaredarê Melezgîrê Nurî Balci, serokê BDP’a Melezgîrê Nîhat Kalin, şaredarê Konakkuranê Kemal Çetîn û gelek kes hatin binçavkirin. Polîsan Kalin li erdê dirêj kir û pankartên navê girtiyan li ser bû desteser kir. Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a navçeyê.
ANF NEWS AGENCY