Polîsên trafîkê yên Silêmaniyê xwepêşandanek li dar xistin
A+
A-
SILÊMANÎ/ ROJNEWS
Polîsên trafîkê yên bajarê Silêmaniyê li dijî biryara Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya kêmkirina mûçe xwepêşandanek li dar xistin.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê di 4’ê Sibetê de li Hewlêrê têkildarî krîza mûçeyan civînek li dar xist. Di civînê de biryara kêmkirina mûçeyê gelek xebatkarên hikûmetê û karmenda hat dayîn. Îro bi armanca nerazîbûna li dijî vê biryarê polîsên trafîkê yên Silêmaniyê Caddeya 60 metrî li hatinçûnê girtin.
Çalakiya nerazîbûnê ya polîsên trafîkê di van kêliyan de jî berdewame.
(sk)
Bêjeyên Miftehî polîsên,trafîkê,yên,silêmaniyê,xwepêşandanek,li,dar,xistin