Polîtîkayên AKP'ê welatiyan mexdur dike
Polîtîkayên AKP'ê yên tenduristiyê welatiyan mexdur dike
Welatiyê bi navê Lezgîn Aşan ê ku 8 sal berê li Amedê dema di înşatekê de dixebitî û ket seqetbû ji ber 150 TL. deynê qarta kesk heye nikare dermanan bigire.
Welatiyê bi navê Lezgîn Aşan (74) ê ku 40 sal berê ji navçeya Xizanê ya Bedlîsê hat li navçeya Rezan a Amedê bi cih bû di sala 2005'an de di înşatê de ket û seqet ma. Aşan, dema di înşatê de ket ji piyekî xwe astengdar bû û li benda ameliyeta platîna 8 sal berê li piyê wî hatî xistin bê derxistin disekin e. Aşan, niha betal e û ji bo platînê ji piyê wî bê derxistin 17 hezar TL. pere tê xwestin. Aşan ligel vê yekê nexweşê tansiyon û şekirê ye. Aşan ji ber 150 TL deyndarê qerta kesk e nikare dermanan bigire. Aşan, diyar kir ku tu kesê li malê bixebite tuneye û bertek nîşanî gotina AKP'ê ya "tenduristiya bêpere" da.
'AKP dibêje xizmeta tenduristiyê ya bêpere dide lê...'
Aşan, anî ziman ku nikara dermana bigire û wiha got: "Ez 8 sal berê di înşatê de ketim û platîn li piyê min xistin. Doktor got divê ez li nexweşxaneyekî taybet bêm dermankirin. Nexweşxaneye ji bo dermankirina min û platîna piyê min derbixe 15 hezar TL. dixwaze. Ji bo dermankirinê min serî li Walîtiyê da lê alîkariya min nekirin. Ez ji Weqfa Piştgirî û Alîkariya Civakî re şandim ew jî ji min re nebûn alîkar. Ez niha ne li nexweşxaneya taybet li nexweşxaneya dewletê jî nikarim derman bibim. Ez çûm nexweşxaneya dewletê muanebûm lê ji ber ku 150 TL. deynê min ê berê heye min ji dermanfiroşan derman negirtin. Ez di heman demê de nexweşê tansiyon û şekirê me. Lê ez nikarim dermanên xwe bigirim. Hikûmeta AKP'ê her tim dibêje 'Em ji tenduristiyê re razemenî kir, xizmeta tenduristiyê ya bê pere ji welatiyan re pêşkêş kir' lê tiştekî wisa tuneye. AKP dibêj wan razemenî kir lê min tu tişt nedît. Ez nikarim bê dermankirin û nikarim dermanan bigirim."
(bd/mae)