1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 'Polîtîkayên qirkirina ziman û çand berdewam dike'
'Polîtîkayên qirkirina ziman û çand berdewam dike',polîtîkayên,qirkirina,ziman,û,çand,berdewam,dike

'Polîtîkayên qirkirina ziman û çand berdewam dike'

Egitim-Sen: Polîtîkayên qirkirina ziman û çand berdewam dike

A+ A-

HAMDULLAH KESEN

EDENE (DÎHA) - Sekreterê Şaxa Egîtîm Sen a Edene Yalçin Alçîçek, da diyarkirin ku polîtîkayên qirkirina ziman û çand bi hemû leza xwe berdewam dike û got, "Pêdivî tên paşçavkirin, her bûyer û diyarde di moxila 'Tirktî'yê de tên derbaskirin û nirxandin. Gelên ku li Tirkiyeyê dijîn her çi qasî di ferqa vê bêedaletiyê jî de bin ji ber sedemên cuda bêdeng dimînin.

Di pêşengiya KURDÎ-DER û Egîtîm Sen'ê de kampanyayên ji bo kurdî bibe zimanê perwerdeyê ku tên birêvebirin, hîndekarên li Edeneyê, dan xuyakirin ku ji bo kurdî bibe zimanê perwerdeyê wê têkoşîna xwe bidomînin. Rêveberê KURDÎ-DER ê Edeneyê Giyasettîn Gumuş destnîşan kir ku tevayî gel bi zimanê xwe perwerdeya xwe dibînin, lê belê ji aliyê dewletê ve perwerdeya bi zimanê dayikê ji bo gelê kurd ê xwedî rabirdûyeke qedîm tê astengkirin. Gumuş axaftina xwe wiha berdewam kir, "Em jî weke tevayî mirovan dixwazin ku zarok bi zimanê, bi çand û medeniyeta xwe perwerdeyê bibînin. Ev ji bo her mirovan a divê hebe."

'Em ê li ber dibistanan çalakiyan li dar bixin' Gumuş got ku ji bo daxwazên xwe yên perwerdeya bi zimanê dayikê bînin ziman wê dakevin qadan, gelê kurd ji bo ziman û çanda xwe bijî û bide jiyandin berdêl daye û wiha berdewam kir: "Her kes dixwaze zarokên wan bi zimanê dayikê perwerdeyê bibînin û ji ber vê yekê me bi qasî hefteyekê çalakî li dar xistin. Heta em mafê perwerdeyê bi dest bixin em ê çalakiyên xwe berdewam bikin. Di rojên pêşiya me de jî dema dibistan bên vekirin em ê her roj li ber dibistanekê çalakiyekê li dar bixin.

'Tirkiye welatekî pirziman û pirçandî ye'

Sekreterê Şaxa Egîtîm Sen a Edeneyê Yalçin Alçîçek jî der barê mijarê de ev nirxandin kirin: "Tirkiye welatekî pir ziman û pirçandî ye. Pirzimanî û pirçandî ya pêwîst e ji bo civakan avantajek be, mixabin li welatê me berevajî vê ye. Dewleta netewe kevneşopiya avakirina nasnameyeke homojen berdewam dike. Polîtîkayên qirkirina ziman û çandê berdewam dikin. Pêdîvî ku tên paşçavkirin her bûyer û diyarde di moxila 'Tirktî'yê de tên derbaskirin û nirxandin. Gelên ku li Tirkiyeyê dijîn her çi qasî di ferqa vê bêedaletiyê jî de bin ji ber sedemên cuda bêdeng dimînin." Alçîçek sedema wê jî wiha îfade dike: "Ji ber xakên ku em li ser dijîn mîna laboratuara zalimtî û zilmê ye. Di dîroka nêz de bûyerên wek Mereş, Çorum, Sêwas û Roboskî bûyerên 'terbiyekirina' gel û çandan e. Berevajîkirina van neyêniyan bi rêxistinbûyîna gel û çandan dibe. Li Tirkiyeyê dema perwerdeya bi zimanê dayikê tê gotin, yekemîn kurdî tê aqilê mirovan. Ji ber li Tirkiyeyê piştî tirkî zimanê herî zêde tê axaftin kurdî ye. Daxwaza perwerdeya bi zimanê kurdî ne rewşeke nû ye. Hîn jî di vê mijarê de daxwaz nehatine qebûlkirin. Ev daxwaza ku bi temamî însanî ye hîn jî berdêlan dide."

(yş/mae)