1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. ´Pozîsyona vekişînê tune ye´
´Pozîsyona vekişînê tune ye´,pozîsyona,vekişînê,tune,ye

´Pozîsyona vekişînê tune ye´

Kalkan: Vê gavê pozîsyona vekişînê tune ye

A+ A-

ANF - Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Dûran Kalkan da zanîn ku vê gavê pozîsyona vekişîna hêzên gerîlayan tune ye û got: “Her kes di çarçoveya agirbestê de xwe di çeper û kozikên xwe de diparêze, di pozîsyona parastina rewa de ne û li benda pêşketina pêvajoyê ne.”

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Dûran Kalkan ji bernameya Sêla Sor a ji aliyê rojnamvan Cahît Mervan ve di Stêrk TV de tê weşandin re nirxand û derbarê vekişîna hêzên gerîlayan û “komîsyona çareseriyê” ya li Meclîsê û “Şandeya Aqilmendan” de daxuyaniyên girîng da.

Kalkan bi bîr xist ku gerîla ji bo pêkhatina hin armanc û derfetên jiyanê çek hildane û derketine serê çiyayan û got: “Azadiya Rêber Apo dixwazin. Dixwazin pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd destpê bike. Dixwazin nasnameya Kurdan bê nasîn, bi awayeke adil, mirovahî û wekhev nêzî Kurdan bibin. Ger evane neyên dîtin razîkirina gerîlayan gelek zor e.”

GERÎLA NE MEREQDARÊ VEKIŞÎNÊ NE

Kalkan îdîayên çapemeniya Tirk wên weke “Gerîla dê çekên xwe deynin û veibkişin” û “Dê di bin kontrola artêşa Tirk de vebikişin” derewand û got ku vê gavê pozîsyona vekişîna hêzên gerîlayan tune ye û got: “Gerîla ne mereqdarê vekişînê ne.”

VÊ GAVÊ POZÎSYONA VEKIŞÎNA GERÎLAYAN TUNE YE

Kalkan diyar kir ku vê gavê pozîsyona vekişîna hêzên gerîlayan tune ye û got ku ew niha bi rewşa gelo ev pêvajo dê dest pê bike an dest pê nake re rû bi rû ne. Kalkan, banga Ocalan a di Newroza Amedê de bi bîr xist ku û destnîşan kir ku KCK’ê roja 23’yê adarê agirbest îlan kiriye û ferman daye hêzên gerîlayan, gerîla niha di vê çarçoveyê de tevdigerin.

‘HETA NIHA PEYWIRDARKIRINEK TUNE YE

Kaklan pirsî “Vekişînê dê dest pê bike?” û got ku ew weke rêveberî “ger şert û mercên vekişînê pêk bên” amade ne û got: “Lê heta niha pewirdarkirinek ji bo vê yekê çênebûye. Lê em weke rêveberî, ango Serokatiya Konseya Rêveber ev yek daxuyand: Di rêveberiya me de pirsgirêke tune ye, yekdengî heye. Lê razîkirina gerîlayan ne ewqas hêsan e. Ne ewqas rehet e ku gerîla ji bo vekişînê bên razîkirin.”

ŞERTÊN VEKIŞÎNÊ

Kalkan got: “Li vir an divê pêngavên şênber bên avêtin, an jî dibe ku Rêber Apo ji bo vê yekê hewl bide, bi vî awayî dikarin razî bikin” û got ku ji bo vekişîna hêzên gerîlayan dest pê bike, divê Ocalan bi awayeke yekser xîtabê gerîlayan bike.

Kalkan bal kişand ser avakirina komîsyonên ji bo pêvajoya çareseriyê û got: “Em li benda pêkanîna hin pêşbîniyan in. Evane avakirina Komîsyona Aqilmendan û beşdarbûna meclîsê bo vê pêvajoyê bû. Biryargirtina derbarê vê yekê de bû. Madem diêjin dê siyaset esas bê girtin, dê pêvajoyake siyasî pêş bikeve, wê çaxê divê saziya herî payebilind a siyasetê di pêvajoyê de cih bigire, qanûn derbixe û komîsyonan amade bike. Divê vekişîna hêzên leşkerî di bin kontrola siyasetê de pêk bê.”

MECLÎS BÊ XWESTEK DIXUYÊ’

Kalkan bal kişand ku pêngavên pir lewaz tên avêtin û komîsyona Meslîsê têrê nake û got: “Di warê çêkirina qanûnan û biryargirtinê de Meclîs bê xwestek tevdigere. Pêşketinek çênebûye. Em vê komîsyonê (ya meclîsê) bi temamî red nakin. Lê li gorî projeyê ev komîsyon ne di asta komîsyona tê xwestin de ye. Ez bawer nakim ev bikare ji bo pêkhatina vekişîneke mayinde tişta pêwîst bikare bike.”

‘DIVÊ OCALAN RASTERAST XÎTABÊ GERÎLAYAN BIKE’

Kalkan destnîşan kir ku ne weke tê îdîakirine û got ku gerîlayên li Başûrê Kurdistanê jî dixwazin biçin Bakûrê Kurdisanê û got ku ji bo vê yekê zextên mezin li rêveberiya KCK’ê tê kirin. Kalkan got ku ji bo vekişîna hêzên gerîlayan dest pê bike, divê Ocalan bi awayeke yekser xîtabê gerîlayan bike.

‘GER KOMÎSYON DI VÊ ASTÊ DE BIMÎNE, DÊ TÊRÊ NEKE’

Dûran Kalkan peywir û mîsyona Komîsyona Aqilmendan a ku nû dest bi xebatê kiriye jî nirxand û got ku ger komîsyon di vê astê de bimîne, dê têrê neke û wiha domand:

“Komîsyon ne ewqas lewaz e. Bi awayeke bi xwestek dixuyên. Hukûmet jî eleqe nîşan dide. Em van hewldanan biçûk nabînin, hema red jî nakin. Lê ger em bêjin tişta ku divê bihata kirin gelo ev bû? Em ne di wê qenetê de ne. Diviyabû hinek din cûdatir bûya. Hinek pir yekalî ye. Di warê çarçoveya peywirê de jî û di warê ceribandinê de jî, tu dibêjî qey hinek tiştên şîlo hene.”


Bêjeyên Miftehî