Prof: Buşra Ersanli: Em rehîne bûn
Prof. Buşra Ersanli û Ragip Zarakolû beşdarî Fuara Pirtûkan a Almanyayê bûn
Fuara Pirtûkan a Ruhrê li bajarê Almanya Essenê berdewam dike. Prof. Buşra Ersanli û Ragip Zarakolû beşdarî fûarê bûn. Ersanli da zanîn ku ji ber hukûmetê nekariye hevdîtinên Osloyê bi ser bixe, “me rehîn girtiye”. Zarakolû jî da zanîn ku 20 hezar pirtûk li Tirkiyeyê qedexe ne.
Di Fuara Pirtûkan a Ruhr de gelek akademîsyen û nivîskar amade dibin û der barê rewşa Tirkiyeyê de nirxandin dikin. Mêvanên duh jî Prof. Buşra Ersanli û weşanger-nivîskar Ragip Zarakolû yên ku ji doza KCK’ê hatin girtin û 9 mehan di girtîgehê de man bûn. Di du semînerên bi navê “Li Tirkiyeyê pirsgirêka Kurd û Rojhilata Navîn” û “Jiyana Ragip Zarakolû” amademîsyen axivîn û rexneyên tund li Tirkiyeyê kirin. Ersanli û Zarakolû dan zanîn ku Tirkiye naxwaze pirsgirêka Kurd çareser bike û destnîşan kir ku ji ber vê jî ewqas êş û jan dijîn.
‘ZEXT LI DAXWAZA JIYANA BI HEV RE JÎ TÊ KIRIN’
Di semînerê de Ersanli diyar kir ku Tirk Kurdan baş fêm nakin û got ku yek ji pirsgirêkên herî mezin ên Rojhilata Navîn pirsgirêka Kurd e. Ersanli got; “Heta em ew ên ku ne Kurd bûn, me digot qey pirsgirêka herî mezin a Rojhilata Navîn pirsgirêka Filistîn û Îsraîlê ye. Tiştên dihatin serê Kurdan me nedizanî. Ev yek jî ji bêperwerdetî û weşanên çapemeniyê bûn. “
Ersanli da zanîn ku li Tirkiyeyê muxalefeta Kurd hêza zindî û motor e û got; “Ji ber ku min di nava vê muxalîfê de cih girt, ez jî hatim girtin, bi hinceta ez rêvebera rêxistina çekdar im, 15 sal ceza ji min re dixwazin. Mûameleya terorîstan li min dikin. Ji ber ku dewlet ji vê muxalefetê ditirse. Ji ber ku hukûmet tirsiya û hevdîtinên Osloyê bi ser nexist, me weke rehîn girt. Niha jî bi hezaran siyasetmedar, xwendekar, rojnamevan û hilbijartiyên Kurd bi vê mûameleyê re rû bi rû ne.”
‘ZAROKÊN FILISTÎNÊ ŞÊRÎN, ÊN KURDAN JÎ TERORÎST INT’
Ersanli bal kişand ser “Bihara Ereban” jî û got; “Ev pêvajoy di serî de muxalefetek bê tundî bû. Kengî hêzên derve dest lê werdan, êdî xwîn herikî. Mînaka li ber çavên me Lîbya ye. Tirkiye jî li gel Lîbyayê matmayî bû. Piştre jî Sûriye heye. Niha Tirkiye ketiye tengasiyê. Li vê derê jî Kurd jî ji bo azadiya xwe têdikoşin. Li Iraqê sîstemek federal heye û xwe bi rê ve dibe. Li Sûriyeyê jî sîstemek weke wê di rê de ye. Destekê nedidin Beşar Esad û ne jî didin muxalefetê. Dixwazin sîstema xwe bi xwe ava bikin. Li Tirkiyeyê jî pirsgirêk berdewam dike.” Ersanli da zanîn ku polîtîkayên Tirkiyeyê yên bi vî rengî naçe serî û diyar kir ku divê Kurd û Tirk bi hev re çareseriyê gotûbêj bikin. Ersanl got; “An ne, ger zarokên Kurdan weke terorîst bibînin û yên Filistînê jî şêrîn bibin, ev yek bi ser nakeve.”
’20 HEZAR PIRTÛK QEDEXE NE …’
Ji mexdûrên doza KCK’ê weşanger Ragip Zarakolû jî di axaftina xwe de bal kişand ser dîroka 100 salan a weşangeriya li Tirkiyeyê. Zarakolû wiha domand; “Di dîroka komarê de 20 hezar pirtûk hatine qedexekirin. Ev qedexe heta niha jî berdewam dikin. Sîstemek ewqas balkêş e ku carekê hate qedexekirin, ew qedexe berdewam dike. Zextên ji sala 1950 ve li hemberî helbestkar û nivîskaran pêk tên berdewam dikin. Ev bi 12’ê Îlonê re bilindtir bû. 500 hezar weşanxane hatin girtin, bi milyonan pirtûk hatin şewitandin. Ev şermek pir mezin e.”
Zarakolû bal kişand ser zextên li ser BDP’ê jî û got; “Li Tirkiyeyê du partî di hilbijartinê de bi ser ketine. Yek AKP û ya din jî BDP. AKP li rojava û BDP jî li herêmên Kurdan. Her du partî hem muxalîf û hem jî desthilat in. Ji ber ku AKP vê yekê dizane, dixwaze tolê ji BDP’ê hilîne.” Zarakolû da zanîn ku AKP dixwaze bandora BDP’ê bişkîne, lê nikare bi ser bikeve.
ANF NEWS AGENCY