Profesorên Alman: Kurdan binasin
Ji profesorên Alman banga 'Nasnameya Kurdan binasin'
Perwer Yaş Tevî profesor, akademîsyne û wergirên Xelata Aşitiyê ya Aachenê, parêzvanên mafê mirovan, komek zanyarên Alman ji Meclîsa Alman a Federal xwestin ku daxwazên Kurdan qebûl bikin. Akademîsyenan ji bo Komîsyona Daxwaznameyan nameyek şand û banga ; “Tişta hêjayê Almanyayê, naskirina Kurdan.”
Roja duşemê, Meclîsa Federal a Almanyayê dê ji bo kampanyaya “Bila Nasnameya Kurdan bê Nasîn” bicive. Li aliyeke din piştgiriya ji bo kampanyayê her ku diçe berfireh dibe. Ji bo kampanyaya bi pêşengiya Federasyona Komeleyên Kurdan ên li Almanyayê (YEK-KOM) were pejirandin, ji Komîsyona Daxwaznameyan a Meclîsa Alman re name tên şandin.
Ev kampanyaya Kurdan ji 12 daxwazan pêk tên ew jî wiha ne: “Divê em jî weke komek cûda ya penaberan bên nasîn, divê qedexeya li ser PKK’ê rabe, em xizmeta piştevaniyê ya bi zimanê xwe yê zikmakî dixwazin, divê dersên bi zimanê Kurdî belavî hemû eyaletan bibin, divê em bikarin bi rehetî navên Kurdî li zarokên xwe bikin, divê Newroz bibe betlaneya fermî û ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd divê dewleta Alman hewl bide.”
‘DIVÊ ALMANYA TIŞTA KU LI WÊ TÊ BIKE’
Tevî wergirên Xelata Aşitiyê ya Aachenê Prof. Dr. Andreas Buro û Heiko Kauffmann, 17 akademîsyen û hunermendên Alman jî diyar dikin ku ev daxwazên Kurdan ji bo pêkhatina wekheviya civakî ya li Almanyayê pir girîng e. Zanyar, rewşenbîr û hunermendên Alman name ji Komîsyona Daxwaznameyan a Almanyayê re şandin û ev tişt gotin:
“Li Almanyayê 40 saziyên Kurd, Tirk û ji komên din ên penaberan zêdetirê 50 hezar îmze berhev kirin û xwestin nasnameya Kurdan bê nasîn. Ji Komîsyona Daxwaznameyan hate xwestin ku mafên didin komên din ên penaberan, bidin Kurdan jî û ev dê di 15’ê cotmehê de bê rojeva we.”
Di nameyê de hate destnîşankirin ku li Almanyayê derdora milyonek Kurd dijîn û wiha hat gotin: “Divê Kurd jî weke komên din ên penaberan bibin xwedî heman mafan. Ev pêwîstiyek a civaka me ye.” Di nameyê de hate xwestin ku daxwazên Kurdan bên rojevê û biryarek bê dayîn. Îmzeya van kesan li binê nameyê hene:
- Prof. Dr. Andreas Buro (Xwediyê Xelata Aşitiyê ya Aachen û Koordînatorê Dialog-Kreisesê)
- Dr. Elke Steven (Komîteya Mafên Sereke û Demokrasiyê)
- Martin Singe (Komîteya Mafên Sereke û Demokrasiyê)
- Prof. Dr. Fanny-Michaela Reisin (Seroka Lîga Mafê Mirovan a Navneteweyî)
- Dr. Gisela Penteker (IPPNW)
- Prof. Dr. Hanne-M. Birckenbach
- Heiko Kauffmann (Xwediyê Xelata Aşitiyê ya Aachenê, Endamê Civata Rêveberiya Pro
Asyl)
- Helga Dieter (Komîteya Mafên Sereke û Demokrasiyê)
- Dr. Jürgen Micksch (Serokê Konseya Navçandî ya Almanyayê)
- Mani Stenner (Tevna Kooperatîfa Aşitiyê)
- Matthias Jochheim (Serokê IPPNW a Almanyayê)
- Monika Bergen (Endama Desteya Rêveberiya Konseya Penaberên Berlînê)
- Prof. Dr. Norman Paech
- Rolf Becker (Lîstîkvanê Sînemayê)
- Dr. Peter Strutynski (Serokê Komîsyona Rêxistina Aşitiyê ya Federal)
- Prof. Dr. med. Ulrich Gottstein (Endamê Rûmetê yê Desteya Rêveber a IPPNW)
- Prof. Dr. Werner Ruf
- Prof. Dr. Wolf-Dieter Narr
ANF NEWS AGENCY