`Protokola çaresariya demokratîk'
Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak a ku di kongreya BDP'ê de axivî "Protokola çareseriya demokratîk" a ku ji 8 xalan pêk tê pêşwazî kir. Kişanak diyar kir ku ev protokol "Nexşerê ye" banga "ji çareseriyê netirse. Ji siyaseta neçareseriyê û şer bitirse ji ber siyaseta neçareseriyê û şer mehkûmî têkçûyînê ye" li hikûmetê kir.
Di 2'yemîn Kongreya Asayî ya BDP'ê de piştî Selahattîn Demîrtaş, namzeta Hevserokê Giştî yê BDP'ê Gultan Kişanak axivî û got ew ê senaryoya ku dê Tirkiyeyê bibe felaketê xira bikin. Kişanak di axaftina xwe de "Protokola çareseriya demokratîk" pêşwazî kir.
Kişanak wiha got: "Em wekî BDP û Blok ji bo girtina berpirsyariyê û ji bo demokratîkbûnê destbikirina muzakerena bi aweyeke zelal îfade dikin." Kinaşan madeyên protokolê wiha anî ziman:
"1- Hemû nasname, çand, ziman û baweriyên li Tirkiyeyê dijîn divê bi makeqanûnê bê parastin û ev yek bi awayeke zelal di makeqanûnê de cih bigire. Di navbera nasnameyên etnîkî de nîqaşa ansnameya jor nasnameya jêr divê neyê kirin. Di vê çarçovayê de weke nasnameya jor di makeqanûnê de cih negire. 2- Divê her kes zimanê xwe yê dayikê bêşert di qada cemaweriyê jî di nav de bi rehetî bi kar bîne û ev yek bi makeqanûnê bê paarstin. Perwerdehiya zimanê dayikê wekî mafeke makeqanûnê bê qebûlkirin. 3- Divê hemû çand ji bo ku bên parastin, pêşxistin û ji bo ku derbasî nifşên din bibin derfet bê dayîn û ev weki berpirsyariyeke cemaweriyê bê naskirin. Di vê mijarê de xebatên sivîl ên ku tên kirin jî bi makeqanûnê bê parastin. 4- Divê dewlet bê biçîkkirin û qada sivîl û azadî bê berfirehkirin. Bi her awayî wesayêt ji holê bê rakirin, îradeya gel bi her awayî bê esasgirtin. Ji bo vê yekê jî sîstema rêveberiya herêmî bê esasgirtin. Di vê çarçoveyê de bi xweseriyên herêmî, rayeyê meclîsên herêm, bajar û şaredariyan li gorî navendê bê zêdekirin. Divê xebatên hemû meclîsên sivîl bi makeqanûnê bê parastin. 5- Divê dewlet û hikûmet li dijî rêxistinên ku kedkar ji bo parastina ked û mafên xwe yên civakî ava dikin mudaxale neke. Mafên peymana tomarî ya bi grevê jî di nav de divê mafê rêxistinkirin û Têkoşîna xebatkaran bi makeqanûnê bê parastin. Peymanên ÎLO'yê divê bêyî guman di bin parastina makeqanûnê de pêk bê. 6- Divê hemû astengiyên ku nahêlin jin tevli qada civakî, siyasî, aborî û çandî bibin bên rakirin. Heta ku wekheviya rast pêk bê divê tedbîr bên girtin, şîdeta li dijî jinan wekî sûçê li dijî mirovahiyê bê dîtin û mafên jinan di makeqanûnê de wekî beşeke taybet bên reserastkirin. 7- Azadiya rêxistinkirinê, azadiya raman, azadiya çapemeniyê li gorî peymanên Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê û Neteweyên Yekbûyî bi makeqanûnê bê parastin. 8- Ji bo parastina xwezayê û tedbîrên ku ji bo sîstema ekolojîk xira nebe bê girtin û bi makeqanûnê bê parastin."
Ji bo pêvajoyê pêşniyar
Kişanak ji bo ku ev pêvajo bi awayeke demokratîk pêş bikeve û pêvajoya înşakirina makeqanûnê ji bo telibûnê vekirî be jî ev pêşniyar kir:
"a- Divê benda hilbijartinê bê rakirin, qanûna partiyên siyasî, qanûnên têkîldarî hilbijartinan bi awake mafê demokratîk bê parastin bê sererastkirin. b- Siyasetmedarên kurd û parlamenterên girtî divê bêne berdan ji bo vê di qanûnan de sererastkirin bê kirin. Ji bo ku pêşiya siyaseta demokratîk bê vekirin divê TCK û CMK ji nû ve bên sererastkirin, TMK bê rakirin. Girtinên ji ber sedemên siyasî bi dawî bibin. c- Divê hikûmet ji bo betalkirina parlamenteriya Hatîp Dîcle ku di hilbijartinên 2011'an de hate hilbijartin ji holê bê rakirin ji rêbazan re vekirîbe. Ji bo ku Birêz Dîcle bikaribe bikeve meclîsê îradeya siyasî nîşan bide. d- Divê komîsyoneke makeqanûnê endamên Bloka Ked Demokrasî û Azadiyê jî di nav de bê amadekirin. Lê ewil jî AKP divê ji bo pêşniyarên Bloka Ked Demokrasî û Azadiyê helwesta xwe nîşan bide.
e- Divê Komîsyona Makeqanûna Demokratîk ji bo rêxistinên sivîl ên civakî, rûspiyan û aligirên civakî re vekirîbe. f- Divê bi Komîsyona Makeqanûna Demokratîk re Komîsyona Lêkolînkirina Heqîqetan jî bê avakirin û di vê komîsyonê de hem ji meclîs hem jî îradeya hikûmetê hebe. Herdu komîsyon jî divê hem di meclîsê de hem jî derveyî meclîsê bikaribe bixebite. Di komîsyonan de divê hem endamên meclîsê hem jî yên rêxistinên sivîl ên civakî jî cih bigirin.
g- Ji bo ev pêvajo xizmetî aştiyê bikin divê heyet ji Bloka Ked Demokrasî û Azadiyê bikaribin biçin Îmraliyê û hevdîtinê pêk bînin. Piştre jî ji bo ku hevdîtin bi awayeke rêkû pêk bên kirin sîstema Îmraliyê ji holê bê rakirin û ewil hepsa malê û piştre jî serbestberdan bê rojevê."
Bang li AKP'ê hate kirin
Kişanak anî ziman ku Protokol "metnê muzakereyê ye" wiha bang li Hikûmetê kir: "Ji çareseriyê netirse. Ji aşityê netirse. Ger ku tu ji aştî û çareeriyê bitirse, dê winda bike. Ji şer bitirse. Dê şer winda bike û siyaseta aşti û demokratîk bi ser bikeve. Dê têkoşîna bi rûmet û mirovahiye bi ser bikeve."
Bang li demokratan hate kirin
Kişanak, bang li kesên demokrat jî kir û wiha pêde çû: "Divê her kes para xw ji êşê salên 1990'an bistine. Divê her kes ji bo kêmosî û şaşiyên berê dubare nebe baş bifikirin û peyvira xwe bi cih bînin. Hikûmeta AKP'ê polîtîkya sitratejiya kelijandinê ye. Divê hikûmhet li ser çareseriye li masê rûnê.
'Refê me zelal e'
Kişanak, destnîşan kir ku ref û aliyê BDP û siyaseta demokratik a kurd diyar e û wiha got: "Divê her kes aliyê xwe û refe xwe zelal bike. Yê me refê me diyar e. Protoqol nexşereya me ye. Ger ku AKP diyalog u müzakereyan wekî rêya çareseriyê tercîh bike dê hemû Tirkiye bi ser bikeve. Na ger ku şer û înkarê tercîh bike, wê demê dê Tirkiye winda bike. Çareseriya pirsgirêka kurd azadiya Ocalan e. Ocalan ji çareserî û diyalogê re vekiriye. Divê rê li pêş wî bê vekirin. DÎHA (mae/sa)