1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. PSAKD: Piştî vê niqaşê komkujî ye
PSAKD: Piştî vê niqaşê komkujî ye,psakd,piştî,vê,niqaşê,komkujî,ye

PSAKD: Piştî vê niqaşê komkujî ye

Serokê Giştî yê Komeleya Çandê ya Pir Sultan Abdal Kemal Bulbul: Nîqaşa "Alevilîtî ji bo Îslamê ye" bi zanebûn tê kirin û dixwaze civaka elewiyan bike du perçe

A+ A-

MURAT ÇİFTÇİ Serokê Giştî yê Komeleya Çandê ya Pir Sultan Abdal (PSAKD), Kemal Bulbul, anî ziman ku niqaşa "Alevilîtî ji bo Îslamê ye" ku ji aliyê Serokê Meclîsê ve hate destpêkirin bi zanebûn tê kirin û dixwaze civaka elewiyan bike 2 perçe. Bulbul, anî ziman ku daxuyaniyên Serokê Meclîsê, Bulent Arinç û Bekîr Bozdag hişmendiya berîya komkujiyê tîne hişê mirovan.

Piştî ku Parlementerê CHP'ê yê Dêrsimê Huseyin Aygun xwest di bin baneyê meclîsê de Cemxane bên vekirin, Serokê Meclîsê Cemîl Çîçek bersîva "Elewîtî ji bo Îslamê ye" bersîv dabû. Li ser vê yekê Serokê Giştî yê Komeleya Çandê ya Pir Sultan Abdal (PSAKD), Kemal Bulbul, helwestên hikûmet û Serokê Meclisê ji ajansa me DÎHA'yê re axivî. Bulbul, da zanîn ku niqaşa "Alevilîtî ji bo Îslamê ne" encama polîtîkayên perçekirin û komkujiya li hemberî elewiyan e. Bulbul, anî ziman ku hişmendiya hikûmeta AKP'ê ji hişmendiya dewleta fermî ya Komara Tirkiyeyê ne cudatir e û armanc dike ku kesên li dijî xwe û dewletê difikirin perçe bikin û îmha bikin. Bulbul, anî ziman ku hikûmet wekî dewletê her tim dixwaze kesên dijberî xwe perçe bike û wiha got: "Her tim li dijî elewî, kurd, ermenî û romanan bi polîtikayên red û înkarê tev geriya. Her tim mafê wan hate binpêkirin û xwarin. Her tim daxwazên wan wekî daxwazên terorê hatin dîtin."

Bulbul, bilêv kir ku li dijî elewiyên Dêrsim, Gurgum, Çorûm û Sêwasê her tim komkujî hate meşandin û di serdema 12'ê Îlonê de elewî pelaxtin û kuştin. Bulbul, da zanîn ku piştî komkujiyan dîsa li Sêwas, Gazî û Umraniyê jî komkujî pêk hatin û wiha berdewam kir: "Hikûmet tu carî kesên li dijî wê difikirin qebûl nake û li dijî wan polîtîkayên înkar û perçekirinê dimeşîne. Niha jî Serokê Meclîsê niqaşên din dimeşîne. Daxuyaniyên Serokê Meclîsê, Bulent Arinç û Bekîr Bozdag hişmendiya berîya komkujiyê tîne hişê mirovan.

'Olê zerduştiyê bi qasî olê îslamê pîroz e'

Bulbul, daxuyaniya Serokwezîr Erdogan a li hemberî olê Zerduştiyê jî rexnekir û wiha berdewam kir: "Olê Zerduştiyê xwedi pirtûk e. Bi qasî olê îslamê pîroz e. Lê ji ber ku Erdogan olê xwe nas nake êrîşi olên din dire."

(mae)