PYD: Em ji bo Rojava seferber bibin
STOCKHOLM - ANF Endamê Konseya Bilind a Kurd Îsa Huso yê roja 30'ê Tîrmehê li Qamişlo di encama êrîşeke bombeyî de jiyana xwe ji dest da, li paytexta Swêd Stockholmê bi civînekê hat bîranîn. Nûnerê Ewropayê yê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Zûhat Qobanî di axaftina xwe ya li civînê de diyar kir ku komên radîkal ên olî û paşveûr yên ji Tirkiye, Qatar û Erebîstana Siûdî piştgiriyê dibînin, li Rojava êrîşî deskevtiyên gelê Kurd dikin. Kobanî bang li tevahiya Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn kir ku ji bo piştgiriya şoreşa Rojava seferber bibin.
Qobanî diyar kir ku wan ji bo bîranîna şehîdan stratejiya li Rojava diyar kirine û destnîşan kir ku şoreş bi vîna gel hatiye kirin. Kobanî da xuyakirin ku piştî êrîşa sala 2004'an a li Qamişlo li dijî Kurdan hat kirin, ji bo karibin li dijî êrîşên nû rawestin, wan ji hingî ve dest bi amadekariyan kirine.
Kobanî anî ziman ku di çarçoveya xeta xwe ya siyasî de, di pevçûnên li Sûriyê de wan li ne li refên rejîma Esad ne jî li refên mûxalefetê cih girtine û got, "Li ser bingeha berjewendiyên gelê li Rojava me polîtîkayeke şoreşger meşandin, di 2,5 salên bihurî de jî me mafdariya xwe nîşanî dost û dijminan dan."
Kobanî ragihand ku ji bo ewlekariya jiyanê ya gelê Kurd wan rêxistinbûyîna leşkerî û ji bo jiyana rojane jî rêxistinbûyînên îdarî afirandine û destnîşan kir ku ev yek partiya wan û rewşa gelê li Rojava xurt kiriye. Kobanî got, li pişt daxwaza gelek welatan a ji bo hevdîtina bi PYD û Kurdên li Rojava re, polîtîkayeke serketî heye.
Kobanî da xuyakirin ku kontrola beşek mezin a herêmên Kurdan di destê PYD'ê de ye û diyar kir ku hin welatên ji vê rewşê acizin, çeteyên mîna El Nûsra û Dewleta Îslamî ya Iraq-Şamê dişînin ser Kurdan.
Kobanî got, "Em rastî êrîşên komên biçûk nayên, em bi êrîşên dewletên mezin re rû bi rû ne. Ev hêzên ku naxwazin gelê Kurd bibe xwedî statu, li dijî Kurdan komkujiyan dikin. Ti pêwendiya van komên êrîşî Kurdan dikin, bi Îslamê re tineye. Şewitandina jinan, serjêkirina mirovan, kuştina zarokan nîşan dide ku ev komên mijara gotinê şerekî dûrî ji exlaqê dimeşînin. Gelê Rojava li dijî van hovan şerê rûmetê dimeşîne û encama vî şerî jî wê pêşeroja tevahiya Kurdistanê diyar bike."
Kobanî da xuyakirin ku ji ber Kurd qebûl nakin jiyaneke bê statu bijîn, divê teqez şer qezenç bikin û bang li Kurdistaniyên li parçeyên din ên Kurdistanê û li Ewropayê kir ku derfetên xwe bikar bîne û ji bo piştgirîdayîna Rojava bikevin nava tevgerê. Kobanî axaftina xwe weha dewam kir: "Niha li ser Rojava ambargoyeke dermanan, ambargoyeke xwarinê heye. Bi vî rengî dixwazin vîna gelê me bişkînin. Me amadekariyên xwe kirine, emê paşve gav neavêjin. Lê belê em dixwazin ev ambargo tavilê were rakirin."
Kobanî bibîr xist ku di demeke nêz de wê ji bo yekitiya gelê Kurd kongreyek bê lidarxistin û anî ziman ku ev pirsgirêk wê li kongreyê bên nîqaşkirin. Kobanî destnîşan kir ku berdê çi dibe bila bibe, ewê desketiyên gelê Kurd ê li Rojava biparêzin û got, "Ev yek ji bo pêşeroja gelê me, wezîfeyeke."