1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. PYD: Emê ji bo civaka demokratîk rêya Şehîdan bişopînin
PYD: Emê ji bo civaka demokratîk rêya Şehîdan bişopînin,pyd,emê,ji,bo,civaka,demokratîk,rêya,şehîdan,bişopînin

PYD: Emê ji bo civaka demokratîk rêya Şehîdan bişopînin

A+ A-

ANF - QAMIŞLO Partiya Yekîtiya Demokratîk (YPD) bi munasebeta 18’ê Gulanê Roja Şehîdan daxuyaniyek nivskî weşand. PYD’ di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ew ê heta dawî li ser şopa şehîdan bimeşin û ji bo hêviya Şehîdan a ji bo jiyana azad, wekhev, civakeke demokratîk û konfedralîya azad pêk were dê bi hemû hêza xwe tebikoşin.

Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku PYD’ê berxwedana Şehîdan ji bo avakirina civakeke axlaqî û parstina nirxên civakê pêk hatiye û şehîdan ji bo vê yekê xweîna xwe feda kirine. Di daxuyaniyê da hete destnîşan kirin ku dema 18’ê Gulanê Roja Şehîdan tê bibîranîn, li Rojavayê Kurdistanê şoreşa azadiyê tê jiyan, gelê kurd ji bo jiyanake bi rumet, demokratîk ku hemû pêkhatiyên Sûriyê tê de jiyan bikin têdikoşin. PYD’ê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku bi berxwedana Şehîdan a bi rumet û mezin fêrî berxwedan û tevgerê bûne, li ser vî esas û bengeha berxwedana Şehîdan têdikoşin û berxwe didin.

Di berdewama daxuyaniyê de hate ev tişt hate gortin: ‘’ Her çar perçeyên Kurdistanê rastî siyaseta înkar û tunekirinê hetin, her ku gelê kurd dest bi şoreşa azadiyê dikir, beranberî siyaseta înkar û tunekirinê dihat. Hêzên desthilatdar û hêzên navnetewî ji bo bercewendiyên xwe tevdigeriyan û şoreşa gelê kurd binpê dikirin. Lê di encama îsrara gelê kurd a di riya tekoşînê li ser xeta şoreşa azadiyê meşiya û karîbû çembera ku ew dorpêş kiribûn bişkînin. Bi şehadeta Şehîdê navnetewî û rêveberê Pêşeng Heqî Qerar şoreşa hemû Kurdistanê kete asteke din, şoreşa gelê kurd êdî karîbû bingeha hêzên desthiladar û siyasetên înkar û tunekirinê bişkîne û şoreşa azadî, demokratî û wek hev ji bo nasnameya xwe ya azad bidest bixe, li ser vê riya tekoşînê gelk can gorî canê xwe feda kirin.’’

Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin ku gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê û Sûriya li ser şopa Şehîdan a azadîxwaz dimeşin û ji Efrîn, Heleb, Kobanê, Serêkaniyê û Til Temir heta Dêrikê tekoşîn bilind berzkirine û li ser riya azadiyê gelek ciwanên xwe kirin qurbaniyên azadî û şoreşê. Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku bi xwîna van ciwana îro gelê kurd destkeftiyên giring bidest xistine û heta dawî dê gelê kurd riya Şehîdan bernedin.

Di daxiya daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: ‘’ Em wek PYD’ê ku partiya Şehîdane, di dema em şehîdên xwe bibîrtînin em ê heta civakeke demokratîk ku mafê hemû pêkhateyên biparêze û civaked konfedralî ya azad pêk bê têbikoşin.’’