1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. PYD, piştgirî dide 'Hikûmeta Demkî'
PYD, piştgirî dide 'Hikûmeta Demkî',pyd,piştgirî,dide,hikûmeta,demkî

PYD, piştgirî dide 'Hikûmeta Demkî'

Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Mislim diyar kir ku ew piştgirî didin biryarên civîna Koma Çalakiyê ya hefteya borî li Cenevreyê hat lidarxistin

A+ A-

Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Mislim diyar kir ku ew piştgirî didin biryarên civîna Koma Çalakiyê ya hefteya borî li Cenevreyê hat lidarxistin û ragihand ku pêşniyara avakirina hikûmeta ji hemû beşên civakê tê wateya piştgiriya vîna gel. Mislim destnîşan kir ku hemû endamên Konseya Ewrlekarî ya NY’yê û beşdaran ev yek qebûl kirine û got; “Redkirina vê tê wateya redkirina vîna navneteweyî.

Di di dawiya hezîranê de bi beşdarî her pênç endamên daîmî yên Konseya Ewlekariyê DYA, Rûsya, Çîn, Îngilîstan û Franse, welatên weke Qetar, Kuwêt, Iraq, Sekreterê Giştî yê NY’yê û Kofî Annan civîneke navneteweyî ya bi navê “Koma Çalakiyê” der barê Sûriyeyê de li Cenevreyê hat lidarxistin. Di belavoka piştî civînê de hat diyarkirin divê hikûmeteke demkî ya ji hemû beşên civaka Sûriyeyê pêk tê were avakirin û divê gelê Sûriye bi xwe biryara paşeroja xwe bide. Hêjayê gotinê ye ku hikûmeta demkî pêşniyara Nunerê Taybet ê NY û Komkara Ereban Kofî Annan e. Ev pênşiyar niha di civîna li Qahîreyê pêk tê, tê gotûbêjkirin.

EM PIŞTGIRÎ DIDIN CIVÎNA CENEVREYÊ

Hevserokê PYD’yê Salih Mislim ku bi ew bi xwe jî beşdarî civîna li Qahîreyê bûye, ji kanala televîzyonê Ronahî TV ya Rojavayê Kurdistanê re axivî û civînên li Qahîre û Cenevreyê nirxand. Mislim got; “Em piştgirî didin biryarên civîna li Cenevreyê hat lidarxistin. Pêşniyara avakirina hikûmeta ji hemû beşên civakê tê wateya piştgiriya vîna gel. Her pênç endamên Konseya Ewlekariyê û hêzên din vê yekê qebûl kirine.”

KURDAN HAY JI HEV HEYE

Mislim diyar kir ku wana berê jî pêşniyareke wiha kiribû û got; “Me berê ji pêşniyar kiribû ku hikûmeteke hevbeş çêbibe û ji hemû aliyan pêk bê. Ger hikûmeteke wiha were avakirin em Kurd ji dê têde cih bigirin. Muxalefeta Kurdan bi giştî me ji cihê xwe di nava muxalefeta giştî ya Sûriyeyê de cih girtirye. Meclisa Gel û Encumena Nîştîmanî ya Kurdî ya Sûriye (ENSK) me her du aliyan hay ji hev du heye.”

DAXWAZA YEKITIYA MUXALEFETÊ

Hevserokê PYD’ê bal kişand ser civîna li Qahîreyê ku duh dest pê kir û got; “Guhertina rejimê, avakirina komareke nû ya demokratîj, di vê yekê de dê rola muxalefetê çawa be, bi giştî têne niqaşkirin. Beşa din ji sibe tê nîqaşkirin. Tişta em dixwazin yekitî û nêzibûnek di nava muxalîfan de çêbibe. Me di komiteya amadekariyê de ji şopand. Hemû muxalîf beşdar bûn. Ji ber wê ji divê komiteyeke hevbeş ji muxalîfan were avakirin û hem çavdêriya muxalefetê û hem ji çavêdêriya beşên siyasî yên muxalefetê bike.”

JI BO ENS’Ê REXNE

Mislim Encumena Neteweyî ya Sûriyeyê (ENS) ya bi hevkariya Qetar, S. Erebîstan, Tirkiye û welatên rojava hatiye avakirin jî rexne kir û got; “Encumena Neteweyî ya Sûriyeyê van pêşniyaran napêjirîne. Her tim dixwazin bi tenê bimînin.” Mislim hêviyên xwe yên ji civînê anî ziman û got; “Lê em hêvî dikin ku yekitiya muxalefetê di civînê de çêbibe.”

‘HIKÛMETA DEMKÎ’

Di encamnameya civîna Cenevreyê de hat ragihandin ku hemû aliyan ji bo pêkanîna aşitiya li Sûriyeyê li ser avakirina “hikûmeteke demkî” li hev kirine. Di encamnameyê de hat diyarkirin ku ev hikûmeta demkî ya tê behskirin, dê ji rêveberiya niha, hemû muxalîf û komên din ên Sûriyeyê pêk bên. Di encamnameyê de hatibû gotin ku dê der barê dahatûya welat de gelê Sûriyeyê bi xwe biryarê bide û divê hemû beşên civaka Sûriyeyê beşdarî pêvajoya diyalogan bibe. Her wiha hat diyarkirin ku dê sererastkirina makeqanûn sîstema edaletê ya Sûriyeyê careke din di ber çavan re were derbaskirin û dê pêşkêşê dengdana gel were kirin. Di encamnameyê de hat diyarkirin ku dê hemû hêzên navneteweyî piştgirî bidin pêkanîna vê hikûmeta navborî.

DYA MUDAXELEYA LEŞKERÎ XWEST

Her çendî ev belavok bi deng û raya endamên Konseya Ewlekariyê ya NY û welatên din hate amadekirin, lê bi taybet daxuyaniyên DYA û Rûsyayê yên piştî vê civînê ji hev nagirin. Wezîra Derve ya DYA’yê Hillary Clinton ku bi xwe beşdarî civînê bibû, ji Konseya Ewlekariyê daxwaza dayîna rayeya destwerdana leşkerî ya li hemberî Sûriyeyê kir û ji bo plana hat qebûlkirin got; “Divê Esad biçe.”

RÛSYA: NE HEWCE YE ESAD DEST JI PEYWIRA XWE BERD

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov jî got ku li gorî plana aşitiyê ya NY’yê ne hewce ye ku Serokdewletê Sûriyeyê Beşar Esad dest ji peywira xwe berde.

ANF NEWS AGENCY