1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. PYD: Şoreşa Rojava nîşaneya têkçûna komployê ye
PYD: Şoreşa Rojava nîşaneya têkçûna komployê ye,pyd,şoreşa,rojava,nîşaneya,têkçûna,komployê,ye

PYD: Şoreşa Rojava nîşaneya têkçûna komployê ye

PYD: Şoreşa li Rojava û xwedîderketina gel a li fikrên Ocalan nîşaneya têkçûna komployê ne

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN 14.02.2014 08:15:20 Desteya Rêveber a PYD'ê komploya 15'ê Sibatê şermezar kir destnîşan kir ku şoreşa li Rojava û xwedîderketina gel a li fikrên Ocalan nîşaneya têkçûna komployê ne.

Desteya Rêveber a PYD'ê bi munasebata salvegera 15'an a komploya 15'ê Sibatê daxuyaniyek niviskî weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin ku şopandina xeta Ocalan komployê pûç dike û rêveberiya civakî girêdana di navbera Ocalan û gel de nîşan dide û ev yek her dem planên komplogeran vala derdixe.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku komploya navneteweyî ku ket sala xwe ya 15'an li dijî hemû gelê Kurdistanê bû û wiha hat gotin: "Revandina Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan bi ji aliyê îstixbaratên navneteweyî ve hatiye kirin û yek ser bi destê hêzên kapîtalîzmê pêk hatiye.''

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku azadiya gel bingeha xwe ji azadiya rêberê xwe digre û hate gotin: ''Xebat û berxwedana Rêberê Gelê Kurd a dehan salan îro berhemê xwe li ser xaka Rojava diyar dike, Rêveberiya xweseriya demokratîk a hersê herêmên Rojava ku li ser bingeheke civakî hatiye avakirin pratîkirina fikrên Ocalan nîşan dide.''

Di berdewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku mîrateya berxwedana Ocalan, felsefe û fikrên wî îro li her derê û bi taybet li Rojava derdikeve pêş û daxuyaniyê wiha dewam kir: "Îro berhemên berxwedanê li her qada jiyanê xwe nîşan didin, di hemû aliyan de sazî û dezgehên li ser xeta 3. hatin avakirin û xwe weke rêya herî berbi çav a çareserkirina hemû pisgirêkên Sûriyê û Rojhilata Navîn daye pêş. Em bi dengekî bilind ji hemû cîhanê re tekez dikin ku xweseriya demokratîk nimûneyek pêşketî ku dê nasnameya Rojhilata Navîn a resen ku li dijî teslîmkariyê nîşan dide.''

Di dawiya daxuyaniyê de komplo hate şermezar kirin û soza şopandina fikir û felsefeya Ocalan a bidestxistina azadî û aştiya hemû gelên herêmê ya li ser bingeha neteweya demokratîk hate dayîn.