1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. PYDê Pêşniyaza Hêza Aştiyê kir!.
PYDê Pêşniyaza Hêza Aştiyê kir!.,pydê,pêşniyaza,hêza,aştiyê,kir

PYDê Pêşniyaza Hêza Aştiyê kir!.

Komîteya Koordînasyona muxalîfên li Sûriyeyê ku PYD jî di nav de ye, bi Nunerê Taybet ê NY û Komkara Ereban Kofî Annan re hevdîtinek pêk anî û pêşniyaza “şandina Hêzên Aşitiyê yên NY’yê” kir

A+ A-

Hêzên Rojavayî gotûbêj dikin ku Kurdek ku qet pirsgirêka Kurd nas nake û bi salane li Swêdê dijî, bikin serokê Konseya Neteweyî ya Sûriyeyê ya bi piştgiriya hêzên Rojava û Tikriyeyê hatiye avakirin. Komîteya Koordînasyona muxalîfên li Sûriyeyê ya ku PYD jî di nav de ye, bi Nunerê Taybet ê NY û Komkara Ereban Kofî Annan re hevdîtinek pêk anî û pêşniyaza “şandina Hêzên Aşitiyê yên NY’yê” kir.

Bûyerên adara 2011’ê li Sûriyeyê dest pê kirin, her ku diçin xwînê dirijînin û aloztir dibin. Ji komkujiyên pêk tên, guman tê kirin ku şerên mezin ên mezheban li herêmê rû bidin. Konseya Neteweyî ya Sûriyeyê (KNS) ya ji aliyê hêzên rojava, Tirkiye û Qetarê ve hatiye avakirin, piştgirî ji gelê Sûriyeyê wernegirt.

GELO KURDEK DIKIN SEROKÊ KNSK’Ê?

Ji ber lihevnekirinên di nava konseyê de, Bûrhan Xeliyûnê ji aliyê Birayên Misilman ve dihat destekkirin bi îstîfayê re rû bi rû ma. Niha jî di rojevê de agahiya ku dibêje dê kurdê bi nave Ebdul Basid Seyda yê ku demek dirêj e li Swêdê dijî, bikin serokê KNS’ê. Heta hat îdîakirin ku li ser vê yekê lihevkirin jî pêk hatiye û ev agahî di ajansên navneteweyî de cih girtin.

Kesê bi navê Seyda di sala 1956’ê de li Amûdê ji dayîk bûye û di boriya jiyana xwe de tu carî bi pirsgirêka Kurd re mijûl nebûye. Her wiha, ne ji aliyê Kurdan ve ne jî ji aliyê muxalîfan ve ewqas nayê naskirin. Berdevka Peywendiyên Derve ya KNS’ê Basma Kodmani, ji bo Seyda got; “Pir dilsozê pirsgirêka Kurd û Sûriyeyê ye, lê mirovek nerme. Ango ev peyam ji bo Kurdan û hemû kêmar (hindikahî) din e jî.”

Alîkarê Serokê Komîteya Koordînasyona Neteweyî ya ji bo Veguhertina Demokratîk û Serokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim ji ANF’ê re axivî û der bare mijara Seyda de got; “Kêm zêde em wî nas dikin. Ew bi xwe akademîsyenek e, lê belê tu carî bi pirsgirêka Kurd re eleqeder nebûye.” Mislim diyar kir ku lê di malbata wî de hin kesên bi pirsgirêka Kurd re eleqeder dibin hene û got ku hêzên Rojavayî ji bo hin hesabên xwe Seyda derdixin pêş.

KNS, PÊLÎSTOKA DI DESTÊ HÊZÊN NAVNETEWEYÎ DE YE

Milsim, diyar kir ku ew bawer nake ku Seyda vê pêşniyarê qebûl bike. Mislim got ku ger bibe serokê KNS’ê jî bandorek li Kurdan nake. Mislim got; “Raya giştî ya Kurdan wî nas nake. Tiştek ji bo Kurdan bike tune ye”. Serokê PYD’ê Mislim KNS’ê weke weke “pêlîstoka di destê hêzên navneteweyî de” bi nav kir û diyar kir ku têkiliya KNS’ê bi gel re tune ye.

DU RÊ LI PÊŞIYA SÛRIYEYÊ HENE

Mislim got; “Ger Seyda bibe serokê KNS’yê, ew bawer nakin ku zêde encamek bi dest bixin. KNS di raya giştî ya Kurdan de deşîfre bûye û raya giştî ya Ereban jî qebûl nake.” Mislim diyar kir ku ew ne li bendê ne ku dest li Sûriyeyê were werdan û got; “Hevsengiya hêzên navneteweyî rê nade vê yekê.”. Mislim diyar kir ku gelek zor e ku Sûriye dive rewşê de be û got; “Tenê rêyek li pêşiya Sûriyeyê dimîne.

JI BO ANNAN PÊŞNIYARÊN PYD’Ê

rêberê PYD’ê Muslîm li ser navê Komîsteya Koordînasyonê ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku dê bi nûnerê taybet yê NY’yê Kofî Annan re hevdîtinekê pêk anîne. Annan piştî komkujiya Hulayê di navbera 28-29’ê gulanê de hatibû Şamê û bi Serokdewletê Suriyeyê Beşar El Esad re hevdîtik kiribû. Heyeta ku ji du kesan pêk dihat û serokê komîteya koordînasyonê û rêberê PYD’ê cih digirt, bi Annan re li Şamê nîv saetê hevdîtin pêk anîn.

Muslîm da zanîn ku li Suriyeyê nêzê 300 çavdêrên NY’yê hene û got ji bo wan pênşiyara divê hûn biguherin hêza aşitiyê û wiha gto: “Dema em Annan re hatin cem hev me pêşniyarek kir. Me xwest ev çavdêr li gorî hewcedariyê vebiguherin Hêza Aştiyê. Me xwest ku ev di aliyê şer de bibin hêza aştiyê û hevsengiyekê pêk bînin.

Muslîm da zanîn ku çareye dawî ye û got rêyeke di a çareseriyê nema û wiha got: “Ez bawer im hemû kes baş li vê dinêre. Me jî ev pêşniyar wekî komîteya koordînasyonê pêşkêş kir. Gelê Suriyeyê jî vê qebûl dike û hêzên navnetewî jî qebûl dike.”

Muslîm da zanîn ku Tirkiye, Erebîstana Siûdî, Qetar û Misliman dibe li hemberî vê pêşniyarê derbikevin û ligel vê got ku Rusya, Çîn, Îran û welatên Ewropayê jî dê baş li vê pêşniyarê binêrin.

Serokê PYD’ê da zanîn ku şerê navxweyî jî li pêş Suriyeyê ye û got di vê rewşê de dê Suriye ji holê rabe. Muslîm got ku komkujiyên Hula û Humsê jî nîşanaeyên şerê naxweyî y e.

ANF NEWS AGENCY