PÇDK’ê 5. kongreya xwe li dar xist
Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistanê (PÇDK) bi dirûşima "Çareseriya Doza Kurd û parastina destkeftiyên me, encex bi ajandeyek hevbeş û demokratîk dibe" 5. Kongreya xwe li dar xist.
5. Kongreya PÇDKê bi beşdariya 290 delegeyan doh li Kerkûkê hat lidarxistin. Di kongrê de kadro, endam, dost û alîgirên PÇDK’ê yên ji bajar û bajarokên Hewlêr, Silêmanê, Dihok, Kerkûk, Mûsil, Bexda, Xaneqîn, Xurmatû, Şarezûr, germiyan û ji ji quntara Çiyayê Qendîlê û ji derveyî welat amade bûn.
Di kongreyê de ku li Seraya Bajarê Kerkûkê hat lidarxisitn, hejmarek endamên Aşûrî, Ereb, Tirkmen û hejmarek jî ji kesayetî û aliyên siyasî yên herêmê beşdar bûn.
Di kongreyê de ku di der barê rewşa siyasî, aborî û civakî ya Herêma Kurdsitanê de gelek nîqaş hatin kirin, rewşa heyî ya li Rojhilata Navîn jî hat nirxandin.
Di kongreyê de gelek proje û biryarên girîng hatine dayin, birêveberina partiyê wê li ser esasê sîstema hevserokatiyê bi rê ve biçe û alaya PÇDKê jî hatiye guhertin. Hate zanîn ku Diyar Xerîb û Necîbe Omer bûn hevserokên PÇDK’ê.
ANF NEWS AGENCY