1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. PÇDK'ê HPN Ava Kir
PÇDK'ê HPN Ava Kir,pçdk,ê,hpn,ava,kir

PÇDK'ê HPN Ava Kir

A+ A-

PÇDK’ê ji bo li her devera pêwîst di parastina herêmê de cihê xwe bigirin hêzen berxwedan û parastinê ragihand.  PÇDK’ê bang kir û got, “Em bang li hemû xort, jinên ciwan, jin û zilaman dikin da ku li her dever û bajarê Başûrê Kurdistan û Iraqê, erka xwe ya neteweyî pêk bînin. Demldest tevlî pêngava berxwedana neteweyî bibin û pêwendiyên xwe bi hêzên parastin û berxwedana neteweyî re çêbikin.”

Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistanê (PÇDK)’ê der barê rewşa Başûrê Kurdistan û êrîşên çeteyên DAIŞ de daxuyaniyeke nivîskî weşand. PÇDK’ê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir li Başûrê Kurdistanê, 3 meh in çeteyên DAIŞ li hemberî gelê Başûrê Kurdistanê êrîşên dijwar li sînorê Kerkûk, Duzxurmatû, Mûsil, Celewle, Xaneqîn û Sadiye pêk tîne û wiha dewam kir, “Niha jî li Mûsil,  qezaya Şengalê û li derdora gundên wê ji aliyê çeteyên DAIŞ ve hatine dagirkirin û metirsiya komkujiyê li ser wan heye.”

PÇDK’ê got ku di demeke wisa de wek PÇDK’ê di wê baweriyê de ne ku êrîş û dagirkeriya çeteyên DAIŞ bi hemû şêwazan, tevayî Kurdistan kiriye armanc, di vê de sînor nas nakin û ev xisûs destnîşan kir, “Em di vê rewşê de pêwîstî dibînin kampanyaya pêngava seferbertiya parastina neteweyî ragihînin,  ji bo li hemberî çeteyên DAIŞ, pêşigirtina li hember her dagirkeriyan û beriya her tiştî ji bo pêşîgirtina li hember komkujiyan û rizgarkirina gelê Şengalê yê li çiyayê Şengalê bêav û bê nan mane.

PÇDK di daxuyaniya xwe de ani ziman ku mizginiyê didin ku Hêzên Parastina Neteweyî radigîhinin û got, “Me wek PÇDK’ê pêwîst dit, hêzeke parastin û berxwedana neteweyî ya herêmî bi taybet li Başûrê Kurdistanê li her derê bi navê parastina vê herêmê wek Hêzên Berxwedana Şengalê; Hêza Parastina Kerkûk Xaneqîn, Celewle û Mexmûr ava bikin.”

Di vê çarçoveyê de PÇDK’e bang li xort,  jinên ciwan, jin û zilaman kir da ku li Başûrê Kurdistan û Iraqê erka xwe ya neteweyî pêk bînin û wiha domand, “Em bang li her kesî dikin erka xwe ya neteweyî pêk bînin û tevlî pêngava berxwedana neteweyî Hêzên Parastina Neteweyî bibin. Ji bo vê jî kesên dixwazin tevlî bibin bila li Silêmaniyê, Hewlêr, Duhok, Zaxo Kerkûk, Çemçemal, Kifrî ,Kelar, Xaneqîn, Ranya,  Diyana, Çoman, Rewanduz, Helepçe, Pênciwîn, Şêxan, Derbendixan, û tevayî navçe û bajarokên serî li ofîsa Rojî Welat û baregehên PÇDK’ê bidin.”

ANF


Bêjeyên Miftehî