1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Pêdiviya dibistanên Cizîrê bi 2 hezar mamoste heye
Pêdiviya dibistanên Cizîrê bi 2 hezar mamoste heye,pêdiviya,dibistanên,cizîrê,bi,2,hezar,mamoste,heye

Pêdiviya dibistanên Cizîrê bi 2 hezar mamoste heye

A+ A-

HEYFA MÛSA

AMÛDÊ – Serokê Desteya Perwerde û Hînkirinê ya Kantona Cizîrê Mihemed Salih Ebdo diyar kir ku ew ji bo vekirina 9 peymangehên zanistên perwerdehiyê li Kantonê di nava xebatyan de ne û got pêdiviya wan bi 2 hezar mamosteyan hene.

Serokê Desteya Perwerde û Hînkirinê ya Kantona Cizîrê Mihemed Salih Ebdo di hevdîtinekê de bi ANHA’yê re diyar kir ku piştî du peymangehên perwerdehiyê li bajarên Dêrik û Serêkaniyê hatin vekirin, niha ji bo vekirina 9 peymangehên zanistên perwerdehiyê li seranserî kantonê ew di nava xebatyan de ne.

Ebdo di destpêka axaftina xwe de destnîşan kir ku şoreşa Rojavayê Kurdistanê ne şoreşeke leşkerî ye, lê belê şoreşeke civakî û çandî ye. Ji ber vê yekê ji bo misogeriya serkeftina şoreşê, divê piştgiriya aliyê hişmendî û perwerdehiyê zêde bête kirin. li ser vê yekê kar û xebateke zêde di aliyê perwerdehiyê de tê xwestin û ji bo avakirina nifşekî zana û rewşenbîr ku layiqî şoreşê be pêwîst e.

Derbarê sedem û girîngiya vekirina peymangehan de Ebdo di axaftina xwe de wiha got: “Di meha nîsana 2015’an de peymangehek li bajarên Dêrikê û di meha gulanê de jî li bajarê Serêkaniyê hatin vekirin. Di pilanziya Desteya Perwerdeyê û Hînkirinê ya vê mehê de vekirina 9 peymangehên zanistên perwerdehiyê hene.”

Pêwîstî bi 2000 mamoste heye

Ebdo di berdewama axaftina xwe de got ku yek ji sedemên bingehîn a vekirina van peymangehan ew e ku pêdiviya wan bi hejmarekî mezin ji mamosteyan heye ji bo ku perwerdeya sala bê bi rêk û pêk were meşandin û wiha destnîşan kir: “Di demsala xwendinê ya bê de pêdiviya Desteya Perwerdeyê bi 2 hezar mamoste heye. Ji ber vê yekê ji bo amadekirina van mamosteyan kar û xebatên lezgîn pêwîst in.”

Derbarê hejmara şagirtinên ku niha di peymangehên bajarên Dêrikê û Serêkaniyê de tên perwerdekirin de Ebdo da xuyakirin ku di peymangeha bajarê Dêrikê de 130 şagirt in û di ya bajarê Serêkaniy de jî 135 şagirt in. her wiha şagirtin ku navên xwe ji bo peymangehên bajarê Qamişlo jî qeyd kirine 225 şagirt derbas kiriye û hê jî tên qeydkirin.

Meteryal netenê kurdî ne

Ebdo da zanîn ku şagirtinên navên navên xwe di van peymangehan de qeyd bikin, divê temenên wan di navbera 18 û 35 salî de bin. Her wiha pêkhateya şagirt jî di berçavan re nayê derbaskirin û got meteryalên di van peymangehan de tên perwerdekirin ne tenê kurdî ne û gelek waneyên zanista civakî, kompyuter û li rex zimanê kurdî gelek zimanên din jî hene.

Ebdo da zanîn ku ji ber kêmbûna demê perwerdeyên di van peymangehan de dê tenê 6 mehan dom bike û di demên pewerdeyê de jî ji bo bilindkirina asta wan a çandî û perwerdehî dê di perwerdeyên din re jî derbas bibin û got: “Dema asayî ya xwendina di van peymangehan de 2 sal in.”

Serokê Desteya Perwerde û Hînkirinê ya Kantona Cizîrê Mihemed Salih Ebdo di dawiya axaftina xwe de got ku ji bo amadekirina mamosteya ew bi Tevgera Ziman û Perwerdeyê re di nava hevkariyê de ne

(jh)

ANHA