1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Pêdiviya penaberên Kampa Newroz bi dermanan heye
Pêdiviya penaberên Kampa Newroz bi dermanan heye,pêdiviya,penaberên,kampa,newroz,bi,dermanan,heye

Pêdiviya penaberên Kampa Newroz bi dermanan heye

A+ A-

DÊRIK– Hevseroka Heyva Sor a Kurd Newroz Xelîl diyar kir ku ji ber ambargoya li ser herêmê hatiye ferzkirin û astengiyên PDK’ê ew nikarin pêdiviyên dermanan ên Kampa Newrozê bicih bînin.

Heyva Sor a Kurd (HSK) li Rojavayê Kurdistanê ku di Çileya 2012’an de dest bi xebatên kiriye, hemû pêdiviyên derman, alîkarî û xizmeta tendûristiyê yên gel bicih tîne. Ji dema hatina penaberên Şengalê ji Rojava re, rêxistina Heyva Sor a Kurd li Kampa Newroz ku êzîdiyên Şengalê lê bicih bûne, alîkariyê dide wan. Hevseroka Rêxistina Heyva Sor a Kurd Neworz Xelîl xebatên rêxistinê li kampê û pêdiviyên wan anîn ziman.

‘Me li Xatûniyê penaber pêşwazî kir‘in

Newrozê da zanîn ku piraniya endamên wan jin in û ew karê xizmeta mirovî dikin, lê ji ber ambargoya PDK’ê li ser Rojava ew zehmetiyan dijîn û wiha got: “Dema penaberên Şengalê hatin Rojava, em wek Rêxistina Hevya Sor a Kurd çûne Xatûniyê û me ew pêşwazî kirin. Wê demê 150 malbat hatibûn. Paşê em hatin kampa Newroz, li vir jî me xizmetên xwarin û tendûristiyê ji wan re pêk anî. Me bixwe jî zehmetî kişandin, lê ligel vê jî pir xizmet hatin kirin.”

Bêy ferq û cudahî xizmet dikin

Newrozê da zanîn ku ew wek navendek biçûk li Kampa Newrozê xebatên xwe dimeşînin û wiha domand: “Ji sibehê seat 08:00’an heya 20:00’an em xizmeta tendirûstiyê dikin. Li gor derfetên xwe em nexweşên sivik derman dikin û yên giran jî dişînin nexweşxaneyên bajarê Dêrikê. Ambûlansa me jî li vir e. Em li vir bêyî ferq û cudahî xizmet dikin. Gelê ereb, an jî kurdên misilman ên nêzîk jî tên vir û derman dibin. Em jî bê ferq û cûdahî li wan dinêrin.” Newrozê da xuyakirin ku wan dixwest ji bo jinan navendeke taybet vekin ji bo ku di rewşên lezgîn de ew neçar nebin biçin bajêr, lê belê ji ber pirsgirêka madî ew nekarine hîna vê yekê pêk bînin.

PDK’ê derbasbûna dermanan asteng dike

Newrozê bal kişand ser ambargoya PDK’ê ya li ser herêmê ferz kiriye û wiha pêl da gotina xwe: “Pirsgirêka me ya herî sereke niha ewe ku derman ji deriyê Sêmalka nayê. Ev jî bandorek neyînî li ser xebatên me yên tendûrustiyê û xizmeta mirovî dike.” Newrozê destnîşan kir ku ew nexweşiyên zarok, jin û mudaxeleya sereke li navenda xwe pêk tînin, lê belê di mehên dawî de kêmbûna dermanan, bûye sedema nerazîbûna gel jî û wiha dirêjî da gotina xwe: “Di aliyê derman de kêmanî hene, em nikarin her tiştekê peyda bikin. Heyva Sor a Kurdistanê alîkarî dide me, her wiha rêxistina UPT ya Îtalya jî alîkarî rêkiribû, lê PDK nehişt ku derman derbasî Rojava bibin. Rojava di nav dorpêçê de ye. Divê ev hemû ji aliyê gelê me ve bê dîtin û nasîn.”

Newrozê di dawiyê de banga alîkariyê li tevahî rêxistin û gel kir, da ku bikaribin pêdiviyên penaberan pêşwazî bikin.

(rd/en/rc)

ANHA