Pêdiviya sewzeyan wê bi serayan pêk bê
Li girkê Legê Ser hatin danîn. Pêdiviya sewzeyan wê bi serayan pêk bê
GIRKÊ LEGÊ – Li herêma Girkê Legê ya Kantona Cizîrê ya xweser, bi armanca peydakirina pêdeviyên sewzeyan projeya serevaniyê (çandina di bin konên naylon de) hate pêşwistin.
Beşa çandiniyê ya Navenda Pêşxistina Aborî ya Rojavayê Kurdistanê li herêma xweser a Cizîrê projeya servaniyê da destpêkirin. Di çarçoveya projeyê de li bajaroka Rimêlan di konên laylon (serevanî) de cûreyên sewzeyan dê bêne çandin.
Navenda Pêşxistina Aborî ji bo hemû cureyên sewzeyên ku dê bi rêbaza serevaniyê werin çandin 70 donim erd veqetand. Ev projeya çandina di bin konên naylon de, di heman demê de yekemîn projeya li herêma Cizîrê ye.
Di çarçoveya projeyê de di 5 konên naylon ku her yek ji wan 30 metre dirêj e de, dest bi çandina zêdetirî 2 hezar û 250 şitlên bacanên sor, xiyar û pîvazan hate kirin. Ji bo ku sewze bêyî ku madeyên hormonî werin bikaranîn şîn bibin, hemû alavên germkirin û avê hatine bicîhkirin.
Ji ku projeyê pêk bînin jî 12 kes hatine peywîrdarkirin û wekî karek dest bi xebatê kirin. 12 welatî bi vî rengî debara malbata xwe jî dikin. Her wiha berpirsyariya projeyê jî endezyarek dike.
Yek ji armacên vê projeyê ew e ku derfetên kar ji welatiyan re peyda bike û pêdiviya sewze ya herêmê bê pêşwazîkirin. Çav li rê ye ku projeyên bi vî rengî li deverên din ên Cizîrê jî bêne zêdekirin.
Ji bilî serevaniyê, ji bo demsala havînê jî proje hatiye amadekirin. Li gorî vê yekê 50 donim jî ji bo sewzeyên havînê hate veqetandin. Wê havînê jî sewzeyên wekî îsot, bacanên reş, bamye û fasuliye (beqil) û hin cureyên din ên sewzeyan bêne çandin.
NÛJÎN NEWAF
(jh/aq)