Pêkûtiyên li ser xwendevanan zêde dibin!
Polîsan Wanê bi ser Komeleya Xwendevanên Zanîngeha Yuzuncu Yil (YODER) û malên xwendevanan de girtin
Polîsan Wanê bi ser Komeleya Xwendevanên Zanîngeha Yuzuncu Yil (YODER) û malên xwendevanan de girtin. Di encama serdegirtinan de gelek kes hatin binçavkirin. Balkêş bû ku li ser texteyê li komeleyê jî navê Denîz Abukan hat nivîsandin û li binya wê jî têbiniya; 'Nû ket' nav nivîsîn. Li Elezîzê jî di encama serdegirtina malên xwendevanên zanîngeha Firatê de jî 8 xwendevanên kurd hatin binçavkirin.
Li gorî agahiyên hatine bidest xistin; ekîbên midûriyeta polîsan a Wanê berbanga vê sibê bi ser Komeleya Xwendevanên Zanîngeha Yuzuncu Yil (DODER) û bi ser gelek malên xwendevanan de girtin. Di serdegirtina mal û komeleyê der her der hat lêgerîn û xwendevanê Fakulteya Tibê ya Zanîngehê Alî Demîr, Xebatkarê Kovara Modernîteya Demokratîk yê berê Firat Keser, xebatkarê Kafeya Şîlanê Yaşar Kulay jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin birin midûriyeta polîsan.
Gev li xwendevanan xwarin
Di serdegirtinê de deriyê komeleya xwendevanan bi çilingirê hat vekirin û kovarên Modernîteya Demokratîk jî di nav de gelek belgeyên komeleyê hatin desteserkirin. Di serdegirtina komeleyê de li ser texteyê reş ji bo endamê YODER'ê Denîz Abukan nivîsa; "Denîz Abukan (nû ket)" û "Rio F Tîpî Alex de Socuza :))" hat nivîsandin.
Li Elezîzê 8 xwendevan hatin binçavkirin
Polîsên midûriyeta polîsan a Elezîzê şevê din bi ser gelek malên xwendevanên Zanîngeha Firatê de girtin. Di encama serdegirtinan de 8 xwendevan hatin binçavkirin. Abdulkadîr Guneş û 7 xwendevanên ku sedema binçavkirina wan nehat hînbûn birin midûriyeta polîsan a Elezîzê.
(ak)