1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Pênc komên partiyan qetilkirina Rojnameger Wedat şermezar kirin
Pênc  komên partiyan qetilkirina Rojnameger Wedat şermezar kirin,pênc,komên,partiyan,qetilkirina,rojnameger,wedat,şermezar,kirin

Pênc komên partiyan qetilkirina Rojnameger Wedat şermezar kirin

Koma Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK), Komeleya Îslamiya Kurdistanê, Tevgera Îslamiya Kurdistanê, Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê û Tevgera Goran bi daxuyaniyekî hevbeş qetikirina nûçegihanê me Wedat Hisên Elî şermezar kirin.

A+ A-

ROJNEWS/NAVENDA NÛÇEYAN

Koma Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK), Komeleya Îslamiya Kurdistanê, Tevgera Îslamiya Kurdistanê, Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê û Tevgera Goran têkildarî qetilkirina nûçegihanê me Wedat Hisên Elî yê ku îro li Dihokê hatî qetil kirin daxuyaniyek hevbeş dan. Di daxuyaniyê de bûyer tê şermezar kirin û wiha tê gotin, "Weke Koma Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK), Komeleya Îslamiya Kurdistanê, Tevgera Îslamiya Kurdistanê, Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê û Tevgera Goran bi tundî terorkirina rojnameger Wedat Hisên Elî şermezar dikin. Em weke binpêkirina mafê mirov û rojnamegaran dibînin. Ev bûyer rastiyan nîşa me dide ku azadî bi giştî û azadiya xwe îfadekirinê di bin gefên cidî de ne."

Di berdewama duxuyaniyê de wiha hate gotin; "Erk û berpirsyartiya dezgehên peywendîdar yên hikûmetê ne parastina serûmal û azadiya hemû welatiyan bike. Dur li desthilatdariya hizbî û siyasî karê xwe bike. Serweriya yasayê bi bilind bigrin dest. Herî dawî daxwazê dikin ku dosya bûyer bê şopandin û pêwîste kiryarên vê bûyerê bên dîtin û li gorî yasayê bên ceza kirin."

(ab)