1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Pêngava duyemîn a Xezeba Firatê destpê kir
Pêngava duyemîn a Xezeba Firatê destpê kir,pêngava,duyemîn,a,xezeba,firatê,destpê,kir

Pêngava duyemîn a Xezeba Firatê destpê kir

Di daxuyaniya Fermandariya Odeya Şer a Xezeba Firatê de ragihand ku pêngava duyemîn a operasyona Reqa destpê kir. Di pêngava duyemîn de ku rojavayê bajêr azad bikin û bajar bi temamî dorpêç bikin, her wiha gelek hêzên nû jî tevlî vê pêngavê bûne

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Odeya Şer a Xezeba Firatê, ji bo azadkirina Reqa di 5'ê Mijdarê de destpê kirin û 14'ê Mijdarê de pêngava yekemîn temam kirin. Pêngava duyemîn a operasyonê ji gundê Qadriye yê girêdayî Teşrînê destpê kirin. Di pêngava yekem de 40 gund û nêzî 20 mezra ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kirin, di pêngava duyemîn de wê ber bi rojavayê Reqa ve bimeşin. Li gel tevlîbûna hêzên, her wiha bi sedan xelkê Reqa jî ku tevlî oparasyonê bûne, armanc dorpêçkirina bajarê.

Hêzên nû tevlî bûne

Di pêngava duyemîn a operasyonê de ku ji gundê Qadriye yê girêdayî Teşrînê destpê kiriye hêzên weke Swar El Rakka, Şuheda El Rakka, Ehrar El Rakka, Suwar Til Ebyad, Liwa El Tehrir, Ketîp Şuheda El Fırat, Ketîp Şehid El Cimo, QSD, YPG/YPJ, Meclîsa leşkerî ya Dêre Zor, Hêzên Nêxbe, Teyyar El Xad ve Suwar El Reqe, Ereb, Kurd û Sûryani û zêdetirê xelkê Reqa yên ku ji zilma DAIŞ'ê reviyan, ji bo bajêr ji zilma DAIŞ'ê rizgar bikin, armanc dikin ku bajêr dorpêç bikin. Li rex hêzên ku di pêngava yekem de cih girtin, bi destpêkirina pêngava duyemîn re Meclisa Leşkerî ya Dêre Zor, Hêzên Nêxbe, Teyyar El Xad û Suwar el Reqa ku hêzên nû ne, jî tevlî bûne.

Hezar û 500 ciwanên ku ji DAIŞ'ê rizgar bûne, tevlî bûne

Di serî de Ereb, destpêkirina operasyonê ku ji bo welatiyên li derdora Reqa bûye cihê keyfxweşiyek mezin, her wiha hezar û 500 ciwanên ku ji destên çeteyên DAIŞ'ê rizgar bûne jî tevlî operasyona Reqa bûne.

Pêngav ku ji bo Federasyona Bakûrê Sûriye û ewlehiya Rojava weke gavek giring tê dîtin, her wiha wê rê li ber gelek pêşketinên nû jî veke. Di serî de Kurd û Ereb, ji bo Federasyona Bakûrê Sûriyeyê ku weke cihê jiyana hevbeş a gelan tê dîtin, di heman demê de ji bo gelên li Bakûrê Sûriyeyê ku bi salane di nava şer de dijîn jî bibe nefes standinek.

(rn)