1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Pêngava rêxistinbûn û perwerdeyê
Pêngava rêxistinbûn û perwerdeyê,pêngava,rêxistinbûn,û,perwerdeyê

Pêngava rêxistinbûn û perwerdeyê

Ji PYD'ê pêngava rêxistinbûn û perwerdeyê

A+ A-

Qamişlo - Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ku bi destpêkirina pêvajoya şoreşa Rojavayê Kurdistanê re kongreya xwe ya mezin pêk anî û di bernameya partiyê de guhertinên girîng pêk anîn, hemleya birêxistinkirin û perwerdehiyê da destpêkirin. Endamê Desteya Birêvebir a PYD'ê Nûrî Mehmud, diyar kir ku armanca wan avakirina civaka demokratîk e û ji bo vê bi hemû hêza xwe ji bo perwerdekirina gel û yekîtiya kurdan têbikoşin.

Li Rojavayê Kurdistanê di demeke ku pêvajoya şoreşê tê pêk tê de, PYD jî wekî partiya herî mezin û birêxistinkirî ya herêmê, ji bo ku projeya xwe ya xweseriya demokratîk pêk bîne û li hemberî êrîş û kampanyayên reşkirinê bibe bersiv, hemleyek nû da destpêkirin. Partiya ku cara yekemîn li bajarê Qamişloyê kongeriya xwe ya giştî li dar xist û di bernameya partiyê de guhertin pêk anîn, piştre jî li bajaran navend vekirin, di 9'emîn salvegera damezirandina xwe de, pêngava birêxistinkirin û perwerdehiyê da destpêkirin. PYD bi vê pêngavê dixwaze hem gel birêxistin bike, hem li dijî êrîşan bisekine û hem jî di avakirina yekîtiya kurdan de rola xwe bilîze. Endamê Desteya Birêvebir a PYD'ê Nûrî Mehmud der barê mijarê de ji ANF’ê re axivî.

'ME LI HEMBERÎ SÎSTEMA ZORDAR TÊKOŞÎNEK MEZIN DA'

Nûrî Mehmud, diyar kir ku ji roja damezirandina partiyê û heta roja îro, li Rojavayê Kurdistanê li hemberî sîstemek faşîst û dîktator ku bi zulm û zorê civakê birêve dibe, wan dest bi têkoşînekê kiriye. Mehmud, anî ziman ku li hemberî sîstema heyî, armanca wan azadiya gelê kurd û gelên din ên li Suriyeyê bû û got; "Armanca me avakirina civaka demokratîk e. Em di nava gel de aktîf bûn, hatin pejirandin, loma em rastî gelek zor û zehmetiyan hatin. Li hundir û derve gelek êrîş pêk hatin. Ji bilî êrîşên dewletê, dewletên cîran, kesên noker û derdorên dixwazin li ser pirsgirêka kurd rant bidest bixin êrîş pêk anîn. Bedela vê giran bû. Gelek hevalên me yên hêja şehîd ketin. Gelek hevalên me hatin girtin."

'JI BER RAMANÊN ME ÊRÎŞ ZÊDE BÛN'

Der barê sedemên êrîşên li ser partiya wan Mehmud, bal kişand ku partiya wan fikra ku xwe dispêre rêveberiya gel diparêze û dixwazin gel bibe îrade û xwe bi rê ve bibe û ev jî wekî xweseriya demokratîk pênase kir. Nûrî Mehmud, destnîşan kir ku di warê çareserkirina pirsgirêkan de ew berevajî partiyên din difikirin û xwe li ser esasê îradebûna gel birêxistin dikin, ji ber vê yekê sîstema dewletî, sermayedariyê ji vê yekê aciz dibin, partiya wan qebûl nakin û êrîşan pêk tînin. Mehmud, anî ziman ji ber ku gel ramanên partiya wan dipejirîne û xwedî lê derdikeve, ev êrîşên hanê vala derdikevin.

'EM JI BO XWESERIYA DEMOKRATÎK TÊDIKOŞIN'

Mehmud, destnîşan kir ku sîstema dewleta nîjadî, sinaî û olî êdî civak anîne asta teqînekê û serhildanên gelê ereb wekî mînak nîşan da. Mehmud, got ku wan li hemberî vê yekê sîstema xwezayî esas girtiye û ev jî wekî projeya xweseriya demokratîk bi nav kiriye. Mehmud, got ku ev birêveberiya gel e û hemû reng, deng, netew, çand, bawerî dikarin di nava vê sîstemê de xwe bi rêxistin bikin.

'PROJEYA ME REWŞEK CUDA DERXIST HOLÊ'

Têkildarî mijara ka projeya xweseriya demokratîk ji aliyê gel ve çiqas hatiye fêmkirin û pejirandin Nûrî Mehmud, ev tişt gotin: "Projeya me ya xweseriya demokratîk, li Rojavayê Kurdistanê rewşek cuda derxist holê. Ji aliyê parastin, siyasî û civakî ve di nava gel de fikra berpirsyariyê derxistiye holê. Gel li ser van nîqaşan dike, hinekê fêm dike, lê di asta ku tê xwestin de nîn e. Hîn nehatiye wê astê ku gel xwe bi xwe birêve bibe. Birêxistinkirin û perwerdehî pêwîst e, lê dîsa jî ger ku niha li Rojavayê Kurdistanê rewşek ji ya Suriyeyê cudatir û aramiyek hebe, ev bandora projeya xweseriya demokartîk e."

'REWŞA HEYÎ BIHÊZKIRINA PARTIYÊ FERZ KIR'

Mehmud, destnîşan kir ku rewşa li Rojavayê Kurdistanê derketiye holê, li ser wan ferz kiriye ku ji bo avakirina sîstema xwe xebatên birêxistinkirinê zêde bikin, partiya xwe bi hêz bikin û wiha dom kir: "Ev dem jî, ji bo me fersendek mezin bû. Ji ber ku derfet ketin destê me, pêvajoya şoreşê destpê kir. Pêngava yekemîn jî pêkanîna kongreya giştî ya partiyê bû û me li Qamişlo pêk anî. Piştî kongreyê me dest bi xebatên birêxistinkirina partiyê kir. Di vê çarçoveyê de hema bêje li hemû bajaran me rêveberiyên xwe diyar kirine. Dîsa em li bajar, navçe û taxan xebatên perwerdehiyê dimeşînin."

'PIŞTGIRÎ ZÊDE YE'

Mehmud, anî ziman ku partiya wan ji hemû beşên civakê re vekiriye û heta niha nêzîkahiyên gelekî baş hene. Mehmud, diyar kir ku pariya wan her ku diçe mezin dibe, loma jî belkî navendên wan vekirine niha nebin bersiv, lê ew ê di pêşerojê de vana zêde bikin. Mehmûd, got ku nêzîkahiyên partî, rêxistin û saziyan jî gelekî baş e û ev jî ji bo têkiliyên di navbera hemû partî û rêxistinan de tiştekî baş e.

LI HER DERÊ XEBATÊN PERWERDEHIYÊ

Derbarê xebatên pêşerojê de jî Mehmud, bal kişand ji bo ku projeya a xweseriya demokratîk pêk were, wan pengava birêxistinkirin û perwerdehiya gel daye destpêkirin û evt tişt anîn ziman: "Em ev pêngav niha li Rojavayê Kurdistanê daye destpêkirin, lê di pêşerojê de em dixwazin li tevahiya Suriyeyê pêk bînin. Me ji bo hemû hêz û partiyên din jî ev proje wekî çareseriya pirsgirêkan pêşniyar kiriye û em dixwazin bi vê sîstemê pirsgirêkan çareser bikin. Di vê çarçoveyê de di serî de em ê kadroyên xwe yên ku dê vê sîstemê di pratîkê de pêk bînin û bi gel bidin fêmkirin zêde bikin. Ji bo vê jî em ê li hemû bajar, tax û kolanan perwerdehiyan bidin. Dîsa em ê bi perwerdehiyan fikra civaka xwezayî û exlaqî bidin gel da ku ji bandora sîstema dewletî rizgar bibe û xwe bi xwe bi rê ve bibe."

Mehmud, daxuyand ku ew ê li ser vî esasî semîner, civîn û mitîngan li dar bixin û wiha dom kir: "Jixwe heta niha me li herêma Cizîrê gelek civîn û semîner li dar xistin. Lê ev têrê nakin, em ê zêdetirîn girîngiyê bidin perwerdehiya gel. Ji zarok, jin, ciwan heta pîr û kalan em ê hemû beşên civakê perwerde bikin."

'JI BO YEKÎTIYÊ TIŞTA JI DESTÊ ME TÊ EM Ê BIKIN'

Nûrî Mehmud, li ser xebatên yekîtiya kurdan jî, destnîşan kir ku yekîtiya netewî ancax bi riya civakê dikare pêk were. Mehmud, axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: "Tişta niha di navbera hêzên kurd de çêbuye, tifaqa di navbera rêxistinan de ye û têrî yekîtiyê nake. Lê dîsa jî ev tifaq li hemberî derve kurdan li dora yek fikrê dike yek, lewma pêngavek serkeftî ye. Lê ji bo ku bibe yekîtiya neteweyî, divê civak erê bike, qebûl bike. Em jî wekî PYD'ê, ji bo pêkanîna yekîtiya kurd çi ji destê me bê em ê bikin. Em jî wekî parçeyek vê tifaqê ji bo pêşketiya yekîtiyê tişta ji destê me tê, em ê bikin."

ANF NEWS AGENCY