'Pêngava Tolhildana Jinên Êzidî' berdewam dike
2016-11-13 08:37:20 Şervanên YJŞ û YBŞ'ê operasyona rizgarkirina gundên Şengalê ya bi navê ‘Pêngava Tolhildana Jinên Êzidî’ dabû destpê kirin, didome. Şervanan duh ji sê milan ve êrîş biribûn ser çeperên çeteyên DAIŞ'ê û gelek girên destê çeteyan de rizgar kiribûn. Şervanên ku cihên destê çeteyan de girtine bi çekên giran gundên ku çete têde ne topbaran dikin.
ŞENGAL/ ROJNEWS 'Pêngava Tolhildana Jinên Êzidî' di roja duyemîn de didome. Şervanên YBŞ û YJŞ'ê ji milekî ve bi rêbazên cûr bi cûr êrîşê çeperên çeteyên DAIŞ'ê dikin, jî milekî din ve jî bi çekên giran nahêlin ku çete çavên xwe vekin. Şervanan cihên ku azad dikin, xwe bicih dikin û bi hewanan cihên ku çete tê de ne topbaran dikin. Ji duh ve ji aliyê başûrê Şengalê di navbera şervanên YBŞ û YJŞ'ê de şerên giran diqewimin. Şervan derbeyên giran li çeteyan didin û girên ji çeteyan hatine paqijkirin ji mayînan tên paqijkirin. Îro jî şerên li herêmê didomin û şervan bi çekên giran li çeteyan dixin.