´Pêvajo dê bi gavên dewletê dest pê bike´
Bayik: Pêvajoya çareseriyê dê bi gavên dewleta tirk dest pê bike
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik bal kişand ser nîşeyên hevdîtina şandeya BDP’ê ya ku bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pêk anî û di çapemeniya Tirk de hatin weşandin û vê yekê weke “hewldana sabotekirina pêvajoyê” bi nav kir. Bayik got: “Diyar dibe ku gavên dualî, pêvajoyeke çareseriyê ya bêyî hegemonyaya AKP’ê û xwe bi xwe birêvebirina gelê kurd hatiye nîqaşkirin” û wiha domand: “Pêvajoya çareseriyê bi gavên dewleta tirk dê dest pê bike.”
Nîşeyên hevdîtina Ocalan û şandeya BDP’ê ya ku li Îmraliyê pêk anî, ji aliyê çapemeniya Tirk ve hatin weşandin. Li aliyekê di çapemeniyê de gotûbêjên li ser belavkirina van nîşeya didome, li aliyeke din li ser vê yekê şîroveyk ji Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik hat. Bayik vê yekê weke “hewldana sabotekirina pêvajoyê” bi nav kir.
Bayik di nivîsa xwe ya bi sernavê “Pêvajoya çareseriyê bi gavên dewleta tirk dê dest pê bike” de ku rojnameya Azadiya Welat de hate weşandin, pêvajoya hevdîtinê nirxand. Nivîsa Cemîl Bayik wiha ye:
“Hin beşên hevdîtina heyeta BDP’ê ya bi Rêber Apo re rûniştin di çapemeniyê de hat weşandin. Bêguman yên hatine weşandin ne tevahiya hevdîtinê ye. Kê li çapemeniyê belav kirin, armanca wan çi ye tiştekî tam nikare were gotin. Lê heger bê gotin ku mebesta belavkirina van agahiyan ji çapemeniyê re sabotekirina hevdîtinan e dê ne şaş be. Lê dikare were gotin ku ne gihîştin vê hedefa xwe. Ji aliyan ve bandorên neyînî çêbûn. Ji ber ku hin derdor mijaran ji yên hatine guftûgokirin li gor xwe şîrove û fêm dikin. Hin nirxandin û şîroveyên ku meqseda Rêber Apo derbas dikin jî tên kirin. Çareserî li aliyekî, hin derdorên ku ji muxatabgirtina Rêberê Apo bêzar in hene û van hevdîtinên di çapemeniyê de belav bûne ji bo tevliheviyê dikin hincet. Hewl didin hevdîtinên bi Rêber Apo re asteng, guftûgoyên ji bo çareseriyê jî sabote bikin.
Tevî van aliyên neyînî li aliyê din ji bo fêmkirina pozîsyona Rêber Apo û daxwaziyên wî yên ji bo çareseriyê bên zanîn jî dikare were gotin ku belavbûna van nîşeyên hevdîtinê erênî ye. Li gor beşên hevdîtinê yên di çapemeniyê de belav bûne bilêvkirina ku hewldanên AKP’ê yên ji bo hegemonyaya xwe xurt bike nayên qebûlkirin jî nîşan dide ka çare seriyeke çawa dixwaze. Diyar dibe ku gavên dualî, pêvajoyeke çareseriyê ya bêyî hegemonyaya AKP’ê û xwe bi xwe birêvebirina gelê kurd hatiye nîqaşkirin.
Ji bo bê fêmkirin ka Rêber Apo xwedî têgihîştina çareseriyeke çawa ye divê nêrînên wî yên felsefîk, bîrdozî û siyasî werin zanîn. Rêber Apo bi paradîgmaya ku mîna demokrasiya radîkal, demokrasiya civakî were îfadekirin nêzî pirsgirêkan dibe. Demokratîkbûnê mîna bingehê çareseriya pirsgirêkên civakî dibîne. Yek bi yek ji mafan wêdetir di bingeh de pêkhatina demokrasiyeke rastî ji xwe re dike hedef. Difikire ku mafên neteweyî, civakî û çandî di nava demokrasiyeke bi vî rengî de dê watedar bin û pirsgirêkên heyî bikevin riya çareseriyê. Dema di vê çarçoveyê de li mijarê were mêzekirin dê bê dîtin ku Rêber Apo ji mafekî bi tenê jî feragatê nake. Dixwaze di nav demokrasiyeke rast de hemû mafên neteweyî û demokratîk ên gelê kurd misoger bike.
Rêber Apo çareseriya pirsgirêka kurd ne bi hebûnên mîna dewlet an dewletokan, bi misogerkirina mafên bingehîn ên li ser bingeha xwe bi xwe birêvebirina neteweyekî daxwaz dike. Li gor têgihîştina welatekî ku nasnameyek ji ya din ne serdestir û lihevkirineke demokratîk dixwaze çareseriyê bi pêş bixe. Di nav dewleta heyî de lê belê bi tegîna welatîbûna ku ne girêdayî neteweyekê li çareseriyê digere.
Di nîşeyên hevdîtinê yên di çapemeniyê de hatin weşandin de dibêje, nabe ku em girêdayî neteweya tirk bin, dikare qala welatîbûna girêdayî dewletê were kirin. Diyar e ku dixwaze dawî li serdestiya nasnameya tirk were anîn û were qebûlkirin ku hemû nasname wek hev in xwedî heman mafî ne. Dê ne nasnameya tirk serdest be, ne jî hêzeke siyasî li ser civakê serdestiyê karibe bi pêş bixe! Her civak dê xwedî hêza xwe bi xwe rêvebirin û xweseriya aborî be. Hêzeke ku tahakumê li ser bike wê tune be. Heger ev nêzîkatî rast were xwendin, her wiha çarçoveyeke rast û navlêkirineke destûrî ji bo wê pêk were ji bo çareseriyê dê bibe gav.
Erdogan dibêje bila derkevin derveyî sînoran wê demê dê pêvajo dest pê bike. Tiştê ku ji çareseriyê fêm dike ne çareseriya pirsgirêka kurd e, derxistina gerîlayan a derveyî Tirkiyeyê û bêparastinhiştina kurdan e. Beyî avêtina gaveke bi tenê anîna rojevê ya derketina gerîlayan, tê wateya mikûrhatina ‘ez ê careke din li ser kurdan serdestiya siyasî, leşkerî, civakî û çandî pêk bînim.’ Yanî tê wateya mikûrhatina ku careke din dê li ser civakê xwe ferz bikin û demokrasî û azadî pêk neyê. Ev tev nîşan didin ku têgihîştina çareseriyê tune ye û polîtîkayên berê tên parastin. Ev nêzîkbûn didin xuyakirin ku hikûmeta AKP’ê dixwaze tevkujiya çandî bidomîne, serdestiya xwe ferz bike û polîtîkayên heta niha meşandine berdewam bike.
Dema li polîtîkayên AKP’ê û dewleta tirk tê mêzekirin, paşve vekişîn li aliyekî; dikare were gotin ku şert û mercên agirbestekê jî tune ne. Rêber Apo dixwaze polîtîkayên bêencam ên dewleta tirk derbas bike û pêvajoyeke çareseriyê biafirîne. Lê belê dewleta tirk û AKP ne çareseriyê berovajî dixwazin têgihîştin û polîtîkayên berê li gor şert û mercên demê bidomînin. Yanî di neçareseriyê de israr dikin. Gotina ‘bila dervekin derveyî sînor’ tê vê wateyê. Bi rengekî vekirî ev tê wateya xistina pêşiya hespê ya erebeyê. Diyar e ku ev yek pêk nayê. Gelê kurd îradeya xwe teslîmî AKP’ê nake. Ji ber vê yekê jî heta îradeyeke çareseriyê dernekeve holê û ji bo çareseriyê gavên cidî neyên avêtin ne mijara gotinê ye ku pozîsyona gerîlayan were guhertin.
Gerîla hêza azadiyê û hêza parastina gel e. Heta pirsgirêka azadî, demokrasî û ewlekariya gelê kurd çareser nebe, paşvekişandina gerîlayan nabe. Daxwaziyeke bi vî rengî jî dê ne ji niyeteke baş be. Lewre Tevgera Azadiya Kurd nikare hebûn, azadî û ewlekariya gelê kurd terkî van derdorên niyetxirab bike. Ji ber vê yekê jî gotinên Serokwezîr ên mîna bila paşve vekişin, gotinên vala ne û di pratîkê tu wate û nirxê wan tune ne.
Ya ku divê pêşî gavan biavêje û baweriyê bide dewleta tirk e. Yên ku hebûna wan di bin xetereyê de ye û bi tevkujiya çandî re rû bi rû ne kurd in. Ev xetere û tehdît jî ji dewleta tirk tê. Ji tehdît û xetereyê wêdetir jî, di roja me de heman polîtîka tên meşandin. Ji ber vê yekê jî heger pêvajoyek dest pê bike, ev jî bi dawîanîna têgihîştin û zîhniyeta berê ya dewleta tirk dikare mumkun be. Mîna Rêber Apo dibêje divê ev gav jî li Meclisa Tirkiyeyê werin avêtin. Ne tenê hikûmeta AKP’ê, ger were nîşandan ku Meclis xwedî îradeya çareseriyê ye, wê demê rewş û pozîsyona gerîlayan dikare bibe mijara guftûgoyê.
Bila kes nekeve nav xeyala tiştên ku pêk neyên. Tevgera Azadiya Kurd a di pêşengiya Rêber Apo de ev çil sal e ji bo hebûna gelê kurd misoger bike û bigihîne azadiyê tê dikoşe. Heta di mijara van hedefan de pêşketin û çareseriyên maqûl pêk neyên têkoşîn jî ranaweste. Bila dost dijmin her kes vê yekê bizanibe!”