1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. `Pêwîst be dê hevdîtin bê kirin`
`Pêwîst be dê hevdîtin bê kirin`,pêwîst,be,dê,hevdîtin,bê,kirin

`Pêwîst be dê hevdîtin bê kirin`

Wezîr Ergîn: Pêwîst be dê bi Ocalan re dîsa hevdîtin bê kirin

A+ A-

Wezîrê Dadê Sadullah Ergîn, têkildarî hevdîtinên bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re diyar kir ku heta niha hevdîtin hatin kirin û got: "Yekîneyên dewletê û yekîneyên îstîxbaratê hewcehiyê bibînin dê dîsa hevdîtinan bikin"

Wezîrê Dadê Ergîn, bersiva pirsên wekîlan ên nivîskî da. Wezîr Ergîn bersiva pirsa "Bi mîlîtanên têkildarî hewldana çareriyê hatin Tirkiyeyê re çend çaran hevdîtin hatin kirin?" da û diyar kir ku tu hevdîtin bi wan re nehatin kirin. Ergîn, anî ziman ku rayedarên dewletê piştî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di sala 1999'an de anîn Tirkiyeyê berî darizandinê û piştî darizandinê hevdîtin pêk anîn û wiha got: "Piştî Ocalan hate Tirkiyeyê car caran hevdîtin bi Ocalan re hatin kirin. Ji wê demê heta niha hemû partiyên siyasi yên hatin îxtîdarê çi cara hewceyî dîtin hevdîtin kirin. Burokrasiya leşkerî, îstîxbarat û ewlehiyê jî hevdîtin pêk anîn."

Wezîr Ergîn da zanîn ku pirsgirêka wisa girîng a li welat heyî, ji bo çareseriya wê heke derfetek hebe û serî li vê yekê nede divê bê lêpirsînkirin û wiha axivî: "Di destê kîjan dewleta cihanê de derfeta ku îxbarê bikar nîne heye? Em berê xwe bidin karê xwe. Di van hevdîtinan de hûn jî em jî tunebûn. Heke di encama wan hevdîtinan de bingehekî Komara Tirkiyeyê û hikûmeta wê qebûl kiriba dê anîna parlementoyê û ya pêdivê pê heyî dê kiriba."

'Saziya siyasetê tu soz nedan'

Ergîn, axaftina xwe wiha berdewam kir: "Heke encameke makul pêk bê dê ji bo bikaranînê bên cihekî. Dibe ku muhatebê we tiştên neyên hijên mirovan bêje. Dibe ku bixwaze lê heke ve neyên qebûlkirin kesê dixwaze girêdide. Yekîneyên îstîxbaratê yên hevdîtin kirin ji hikûmeta me re tu agahî nekirin. Di vê mijarê de saziya siyasetê tu soz nedan e. Ez vê yekê bi awayeke zelal îlan dikim." DÎHA (bd/mae)