´Pêwîst be em ê bi Başûrê Kurdistanê re bibin yek´
Karayilan: Ger pêwîst be em ê bi Başûrê Kurdistanê re bibin yek
Behdînan - Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan got; “Me di warê leşkeriyê de jî nîşan da ku em bin nakevin û em dikarin serkeftinê bi dest bixin”. Karayilan Polîtîkaya li hemberî Îmraliyê jî weke “Polîtîkaya Millî ya Îmraliyê” bi nav kir û destnîşan kir ku hikûmeta AKP’ê dixwaze şer berdewam bike.
Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku ew bê alternatîf namînin û got; “Alternatîfa me tenê xwe avêtina bextê merhemeta AKP’ê nîne, an jî çarserî ne tenê diyalog e. Ger neyên çareseriya bi riya diyalogê, bixwazin me tune bikin, em jî dê wê demê li ber xwe bidin û çareseriya xwe ya çareseriya xwe ya demokratîk a serbixwe deynin holê. Ger pêwîst be em ê bi Başûrê Kurdistanê re bibin yek û serxwebûna xwe îlan bikin.” Karayilan xwest çalakiya gerîlayan a li Şitazin û Orembarê rast were fêmkirin.
‘POLÎTÎKAYA MILLÎ YA ÎMRALIYÊ TÊ PÊANÎN
Karayilan diyar kir ku li hemberî Îmraliyê “Polîtîkaya Millî ya Îmraliyê” tê pêkanîn û bal kişand ser nîqaşên “ Ocalan li Îmraliyê ye an na?”. Karayilan der barê vê mijarê de got ku ev îdîayên MHP û Ergenekonê de û got; “Dixwazin bi van nûçeyên derew û van pirsan sîtema îşkenceya psîkolojîk a li Îmraliyê berfirehtir bikin.”
Karayilan bal kişand ser nûçeya rojnameya Sabahê ya der barê nameya ku tê îdîakirin a Ocalan û got; “Dibêjin ‘tecrîd tune ye, Ocalan jixwe naxwaze hevdîtin pêk bînin’ û dixwazin bi vê yekê pêkanînên li hemberî Îmraliyê tên pêanîn paşguh bikin û veşêrin.” Karayilan destnîşan kir ku Ocalan di van şert û mercan de hevdîtinê qebûl nake, ji ber ku hemû parêzerên wî di girtîgehê de ne û bal kişand ser bêhiqûqî û îşkenceya psîkolojîk a ku di Îmraliyê de li hemberî Ocalan tê kirin.
‘BILA HEYETEK BIÇE ÎMRALI’
Karayilan bal kişand ser daxuyaniya Wezîrê Dadê yê Tirk Sadullah Ergîn a der barê rewşa Ocalan û got; “Niha Wezîrê Dadê daxuyaniyek da, dîsa dozger daxuyanî dan, gelo rewşek berevajî li wir tune ye? Vê yekê me jî xistiye nava gumanên mezin. Birêz Ahmet Turk ji bo biçe Îmraliyê û hevdîtin pêk bîne serlêdan kiriye. Berê jî hevserokên BDP’ê ev hewldan kiribûn. Ev hewldaneke rast e, divê hemû gelê me li pişt hewldanên bi vî awayî bin. Em dixwazin di vê rewşê de bizanin rewşa Rêbertiya me çawa ye. Gelê me dixwaze hîn bibe” û xwest heyet biçe Îmraliyê. Karayilan ji bo Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT) ya Konseya Ewropa (KE) û got; “CPT’yê heta niha sozên li hemberî berxwedana li Ewropayê dabû pêk neanîne.”
Karayilan diyar kir ku ji tîrmeha 2011 ve li Kurdistanê şerek berdewam heye û got; “AKP dixwaz bi şer encamek teqez werbigire. Heta mînaka Srî Lanka anîn rojevê. Di dirêjahiya zivistanê de li hemberî hêzên me gelek êrîş pêk anî. Îşkenceya Sîstematîk a li Îmraliyê zêde kir. Operasyonên di bin navê KCK’ê de berfirehtir kir. Ji bo tirsandina gel Komkujiya Roboskî, Komkujiya Girtîgeha Riha pêk anî” û wiha domand; “AKP’ê xwest bi vana encamek werbigire. Lê îro tu encamekê bi dest nexstiye û bi ser neketiye.
‘ERDOGAN LI PEY HESABÊN ŞAŞ E’
Karayilan bal kişand ser hewldanên tevgera wan û Ocalan ên ji bo çareseriya aşitiyane û got; “Erdogan, alîgir û şêwirmendên Erdogan ketine pey hesabên şaş. Me xwest pirsgirêkê bi rêya aşitiyane û dîyalogê çareser bikin, ne bi teslîmgirtinê. Lê vê yekê weke lawaziya me dîtin û gotin ‘em ê encam bigirin” û wiha pê de çû; “Me projeya xwe aşkere kir. Rêber Apo di destpêka sala 2011 de got “Hedef û alternatîfa me ya sereke çareserkirina vê pirsgirêkê bi rêya aşitî û diyalogê ye.” Rêbertiya me ji bo vê yekê protokol amade kir û pêşkêş kir. Ev protokol di encama hevdîtinên sê salan de hatin amadekirin. Me got ger dewlet li ber were, em ê pirsgirêkê bi rê ya aşitiyane çareser bikin.”
‘PÊWÎST BE, EM Ê BI BAÛR RE BIBIN YEK Û SERXWEBÛNÊ ÎLAN BIKIN...
Karayilan got; “Ger li ber neyên, wê demê me gotibû dê duwemîn rêya berxwedanê bi stratejiya Şerê Gel ê Şoreşgerî bikeve dewrê. Şerê Gel ê Şoreşgerî berxwendana li dijî şerê tunekirinê ye. Êdî çareseriya leşkerî hatiye rojevê. Ne me, wan vê yekê anî rojevê.”
Karayilan diyar kir ku ew bê alternatîf namînin û got; “Alternatîfa me tenê xwe avêtina bextê merhemeta AKP’ê nîne, an jî çarserî ne tenê diyalog e.” Karayilan bal kişand ser rewşa Rojhilata Navîn jî û diyar kir ku îro Rojhilata Navîn dikele û Kurd jî di vê rewşê de faktorek pir girîng in û got; “Ger neyên çareseriya bi riya diyalogê, bixwazin me tune bikin, em jî dê wê demê li ber xwe bidin û çareseriya xwe ya serxwebûna demokratîk deynin holê. Ger pêwîst be em ê bi Başûrê Kurdistanê re bibin yek û serxwebûna xwe îlan bikin.”
Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan; “Me di warê leşkeriyê de jî nîşan da ku em bin nakevin û em dikarin serkeftinê bi dest bixin” û wiha domand; “Divê her kes çalakaiya Şitazin-Oremarê rast fêm bike. Radibin bi awayên din şîrove dikin û dibêjin “Biryara PKK’ê bû an na?”, an jî tînin beramberê çalakiya Farqînê, ev yek şaş e. Me berê jî gotibû. Çalakiya Farqînê, hêza me ya herêmî bi înîsiyatîfa xwe kiriye. Di navbera leşkerên artêşa Tirk ên derketibûn operasyonê û yekîneyeke gerîlayan de qewimiye. Lê ev rewşeke cûda ye.”
‘MIN HÊVIYA AŞITIYÊ NEDAYE TU KESÎ’
Karayilan bal kişand ser hevpeyvîna xwe ya li gel rojnamevan û qûnciknivîsê rojnameya Radîkalê Avnî Ozgurel û diyar kir ku Radîkalê û diyar kir ku hin tişt şaş hatine fêmkirin. Karayilan got; “Min hêviya aşitiyê nedaye tu kesî. Berevajî min bal kişand ser ciddiyeta û berfirehiya operasyonan û min xwest bibêjin dê li ser vî esasî şer zêdetir pêş bikeve.”
Karayilan diyar kir piştî hevpeyvîna Avnî Ozgurel pêvajo aloztir bû û got; “Di helwesta Serokwezîr de tundbûnek zêde dest pê kir. Yekser em kirin hedef. Ji me re got ‘baronên şer.” Heta ewqas qeleştiya Komara Tirkiyeyê li hemberî Kurdan kir û xapandina Kurdan danî aliyekê û ji me û BDP’ê re got “qeleş”. Ev yek helwestek bû. Lê nizanim ev girêdayî naveroka vê hevpeyvînê bû an na. Lê îhtîmala girêdanê heye. Operasyonên leşkerî hatin zêdekirin.” Karayilan bal kişand ku operasyonên siyasî li herêma Wanê û gelek deverên din ên Kurdistanê zêde bûn û diyar kir ku mîna provakasyonekê dersa hilbijartî anî rojevê û got; “Em vê yekê weke pêşketinek erênî nabînin.”
Karayilan got; “Jixwe me ev hevpeyvîn di 17’ê gulanê de pêk anî. Çalakiya Şitazin-Oremarê di 19’ê gulanê de pêk hat. Bûyerên di nava vê demê de qewimîn hiştin ku çalakiya Şitazin-Oremarê pêk bê.” Karayilan diyar kir ku Avnî Ozgurel di hevpeyvîna bi rojnamevan Neşe Duzel re pêk anî de behsa şîroveyên xwe bi xwe dike û got; “Min van tiştane negotine, ne rast e ku weke ku min van tiştane gotibin bên fêmkirin.”
‘NAVBEYKARA HEVDÎTINÊN OSLOYÊ NE SALOXGÊRA ÎNGÎLÎZ E’
Karayilan diyar kir ku navbeykara Hevdîtinên Osloyê yên di navbera tevgera wan û dewleta Tirk de ne rêxistina saloxgêriya Îngîlîz e û got; “Min qet tiştek wisa negotiye. Berevajiyê wê min got navbeynkar saziyeke rêzdar a navneteweyî ye û li gelek cihên din ên cîhanê ji bo pêkhatina aşitiya civakî rol girtiye. Vê saziyê ne tenê navbeynkariya me û dewleta Tirk kiriye, aşitiya di navbera gelek rêxistin û welatên din de jî pêk aniye. Jixwe hewce nake ez navê wê bêjim. Ew bi xwe dikarin. Ber bixwazin dê navê xwe aşkere bikin.”
‘BÛYERA FARQÎNÊ NE PROVAKASYON E’
Karayilan bal kişand ser îdîayên dibêjin “di nava PKK’ê de hin alî hene aşitiyê provaka dikin” û got; “Evane bi temamî ne rast in. PKK bi temamî rêxistineke bi disilîn û bi temamî di bin kontrolê de ye. Yekîneyên herêmî dikarin înîsiyatîfa xwe bi kar bînin, lê tu carî bi xetê nalîzin. Bûyera Farqînê jî ne provakason e. Ger mirov di vê bûyerê de behsa provakasyonekê bike, mirov dikare bêje kesên leşkeran şandin nava çeperên gerîlayan provakasyon kirine.”
Karayilan got; “Tiştek din jî, hevdîtinên Osloyê di 2008 de dest pê kirin. Operasyonên di bin navê KCK’ê de jî di 14’ê nîsanê de dest pê kirin. Me got ku ev êrîşa li hemberî siyasetmedarên Kurd a di bin navê KCK’ê de, hewldanên astengkirina van hevdîtinan e. Lê her tim gotin “Dê rawestin, dê bibin dadgehê û hemûyan serbest berdin.” Tiştên wiha gotin. Lê di dawiyê de wisa nebû û her ku çû ev operasyon berfirehtir bûn” û wiha domand; “Ji ber ku Serokwezîr Erdogan protokolan re dkir, vê pêvajoya hevdîtinan têk bir. Protokolan red kir û hevdîtina qut kir. Vê helwestê dawî li hevdîtinên Osloyê aniye.”
‘MITÎNGA 14’Ê TÎRMEHÊ GIRÎNG E’
Karayilan bersiv da pirsa Mitîna Mezin a ku dê di 14’ê Tîrmehê de li Amedê ji bo azadiya Ocalan bê lidarxisitn û got; “Em jî di çapemeniyê de dişopînin. Li hemberî hemû zext, tundî û girtinan siyaseta Kurd li ser lingan e, yekitî û berxwedêriya xwe diparêze, ev yek pir watedar e. Di vê çarçoveyê de ez ji bo mitînga 14’ê Tîrmehê ya bi sernavê “Li Dijî Zilmê Berxwedana Demokratîk” dê pêk bê dê ji bo siyaseta Kurdan hewldaneke pir girîng be. Ez li vir bang li hemû gelê Kurd û hemû sazî û rêxistinên demokratîk dikim ku bi awayeke xurt beşdarî vê mitîngê bibin.”
Karayilan der barê rûniştina doza sereke ya KCK’ê yali Stenbolê de jî û diyar kir ku bi vê yekê tabloya qirkirina û şer ya li hemberî siyaseta Kurdan û Tevgera Azadiya Kurdan hat dîtin û got; “Ew doz ne dozeke hiqûqî ye, dozeke siyasî ye.”
ANF NEWS AGENCY