"Pêwîstî bi zimanê nivîskî ya standart heye"
Şêxîslam: Pêwîstiya zimanekî nivîskî yê standart heye
Mîhrîcana Rewşenberiya Soran a 114'emîn Salvegera Rojnamegeriya Kurdî li navçeya Soran didome. Mihrîcan bi mijarên rewşa Medyaya Kurdî, li Qefkasya û Federasyona Rûsyayê ji aliyê Kînyaz Îbrahim, li ser rewşa niha ya Meydaya Kurdî Ceifer Şêxuîslamî, Medya ya Kurdî li Ewropa Gunay Aslan û ragiyandin di serdema nû de Qadir Tiwana veve hate peşkeş kirin.
Bi boneya 114'emîn Salvegera Rojnamegeriya Kurdî li navçeya Soran Mîhrîcana Rewşenberiya Soran di roja 2'an de didome. Mîhrîcan li Rewandûz li hola Şingêlbe hete domandin. Mihrîcanê bi semînerên li ser rewşa Medya ya Kurdî Kurdî li Qefkasya û Federasyona Rûsyayê ji aliyê Kînyaz Îbrahim, li ser rewşa niha ya Meydaya Kurdî Ceifer Şêxuîslamî, Medya ya Kurdî li Ewropa Gunay Aslan û ragiyandin di serdema nû de Qadir Tiwana veve hate peşkeş kirin. Di semînerande hate destnîşankirin ku di medya ya Kurdî de zimanê Kurdî bikaranîn pir girînge û li ser zimanek stadandar yê nivîskî hate rawestandin.
Di mîhrîcanêde Cefer Şêxîslam, diyar kir ku ji bo têgiştina hev pêwiste nivîskî de zimanek standart yê Kurdî bê çêkirin. Hemû netew bi ziman dibin netew. Niha di warê rojnemavaniyê de tişta herî lezgîn em bikin ev e. Guney Aslan li rewşa medya ya Kurdî dazanîn ku heta niha ji bo ragiyandina Kurdî li Bakûrê Kurdistan pêşbikeve bi dehen rojnamevan ji aliyê dewleta Tirk ve hatine qetilkirin. Aslan, da zanîn ku bi li Ewropa ji bo Kurd xwe bi tevger bikin rojnama Serxwebûn û Berxwedan rolek pirr girîng lîst.
Mîhrîcan dê êvarê konsera Gulîstan Perwer, Ezîz Şaroxî, Heme Reûf Kerkûkî û Koroya paşayê Gewre, peymengeha hunerê bedew a Rewandizê bidome.
(mae)