Pêşangeha pirtûkan li Zanîngeha Germiyan hat vekirin
Li Zanîngeha Germiyan pêşangehek pirtûkan hat vekirin. Xwendekarên Zanîngeha Germiyan jî diyar dikin vekirina pêşangehê li zanîngehê giringe û got ku ew serçaveyên ew lê digerin zêdetir Erebîne, nehatine wergerandina Kurdî
HAWRÊ KIRÊKAR/ GERMIYAN
Îro li Zanîngeha Germiyan Rêveberiya Giştî ya Pirtûkxaneya Navendî ya Zanîngeha Germiyan, pêşangehek firotina pirtûkan ji bo her du navendên Cemal Îrfan û Hewraman, li nav zanîngehê vekir. Têkildarî vekirina pêşangehê, Rêveberê Giştî yê Pirtûkxaneya Navendî ya Zanîngeha Germiyan alîkarê profesor Umêd Berzan ji ajansa me re axivî.
Umêd Berzan got; "Di çarçoveya çalakî û xebatên Rêveberiya Giştî ya Pirtûkxaneya Navendî ya Zanîngeha Germiyan, carekdin bi hatina sala nû ya xwendinê û xwendekarên sefa yek ên zanîngehê pêşangehek firotina pirtûkan hat vekirin. Her wiha xwendekarên amadekariyên çêkirina tezê jî dikin, dikarin heman demê de sûd jê werbigirin."
Umêd Berzan wiha jî dewam kir; "Di pêşangehê de zêdetirê 15 hezar navnîşan, 15 heya 20 hezar pirtûk hatine danîn. Her wiha ji bo yên serdana pêşangehê dikin jî ji sedî 30 heya 60 nirx hatine kêmkirin. Ev jî bi armanca xizmetkirina ji bo xendekarane. Ji bo xwendekar bikarin ji vê pirtûkxaneyê sûdek bigirin. Weke mînak ger pirtûk 10 hezar be, li vir bi 50 hezaran dinar peyda bike. Ev pêşangeh wê du hefteyan dewam bike."
Yek ji xwendekarên Zanîngeha Germiyan, Raz Mihêdîn têkildarî vekirina pêşangehê, wiha got; "Vekirina pêşangehê li nav zanîngehê, ji bo me xwendekarên zanîngehê pir başe. Ji ber ku pêwîstiya xwendekarna gelek bi pirtûk û serçaveyan heye. Gelek caran li serçaveyan digerin, belê em peyda nakin. Dibe ku di pêşangehên wiha de ev serçave bi dest bikevin."
Her wiha mamostayê Zanîngeha Germiyan, Dilawer Îbrahîm jî têkildarî vekirina pêşangehê wiha got; "Sedema xwendekar li pey serçaveyên Erebî digerin, ji ber nebûna serçaveyên Kurdî ye. Ji ber ku heya niha li Herêma Kurdistanê navendek taybet ji bo wergerandina pirtûkan nîne. Ji bo pirtûk û serçaveyên îro pêwîstiya xwendekaran pê heye werger bikin."
Dilawer Îbrahîm got; "Li Herêma Kurdistanê qasî giringî bi wergera ji bo madiyetê tê dayîn, ew çend ji bo ewçend giringî ji bo wergera xizmeta zimanê Kurdî nayê dayîn."
(sk)