1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Pêşangeha 'Çar Parçe' li Amedê tê vekirin
Pêşangeha 'Çar Parçe' li Amedê tê vekirin,pêşangeha,çar,parçe,li,amedê,tê,vekirin

Pêşangeha 'Çar Parçe' li Amedê tê vekirin

A+ A-

14 Gulan

AMED (DÎHA) - Pêşangeha wêneyan a wêsazê girtî Asraîl Seyîthan Ozer a bi navê "Çar Parçe" li Amedê tê vekirin.

Tabloyên wênesazê kurd Asraîl Seyîthan Ozer ku li girtîgehê çêkiriye li Amedê dê pêşandan. Ozer ê ku ji 1993'yan heta niha ji doza PKK'ê girtî ye ligel ku ji zarokatiye xwe wêneyan çêdike jî bi awayeke profesyonel di girtîgehê de wêneyan çêdike. Pêşangeha yekem a Ozer ê ku di Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 2 de dimîne li Îzmîrê hatibû vekirin. Hevala Ozer Asya Kaya ku di heman demê de diçe serdana wî jî got ku Ozed dixweza wêneyên ku Qatlîma Roboskê vêdibêje jî çêbike tê ev daxwaza wî ji aliyê îdareya girtîgehê ve tê astengkirin. Kaya got ku wênêyên ku têkîldarî qatlîama Roboskê şandiye girtîgehê ji aliyê Girtîgeha Şakranê ve bi îdiaya "dewletê sûcdar nîşan didin" nehatine qebûlkirin. Kaya anî ziman ku ji ber vê Ozer sirgûnî Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 2 ya Îzmîrê hatiye kirin û hevalê wê ji bo ku boyaxên pê wêneyan çêdike rastî cezaya hucreyê hatiye. Li gel hemû astengiyan Ozer devji çêkirina wêneyan bernedaye û pêşangeha wî ku ji 30 wêneyan pêk tê û wekî "Çar Parçe" bi nav kiriye dê di navbera 15-25'ê gulanê de li Galeriya Hunerê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dê bê vekirin.

(sa)