1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Pêşengeha 'Wênesazên biçûk'
Pêşengeha 'Wênesazên biçûk',pêşengeha,wênesazên,biçûk

Pêşengeha 'Wênesazên biçûk'

A+ A-

MÊRDÎN (DÎHA) - Xwendekarên Navenda Bernameyên Ciwanan ên di bin banê Şaredariya Nisêbînê de xebatên xwe dikin ên temenên wan 15-16 salî pêşengeya bi navê "Wenesazên Biçûk" vekirin.

Xwendekarên Navenda Bernameyên Ciwanan a Şaredariya Nisêbûnê yên temenê wan 15-16 salî wêneyên bi boyaxa akrîlît, ji bermayîyan kompozîsyon çêkirin, lînol, qelema reş,t abol û xebatên din weke weke pêşengeh vekirin. Pêşengeha bi navê "Wênesazên Biçûk" a li Saloan Pirarmanc a Parqa Demokrasiyê hate vekirin ji 100 wêneyan pêk tê. Ji mamosteyên ji xebatê re bû vesîle Mehmet Şerîf Akelma, diyar kir ku armanca wan ew e ku bi vê xebatê wan beralî hûnerê bikin lê ji ber ku derfetên xwendekaran tunene serî li van beşan nedan. Akelma, anî ziman ku pêşengeh hilberîna xebatekî kolektîfe û qursan bi destpêka perwerdehiyê dest pê kirin û di encama qursan de pêşengeh vekirin.

Ji xwendekaran Ayeşgul Ucak jî wiha got: "Em dixwazin pêşerojê de xebatên xwe pêş bixin." Xwendekarê bi navê Ramazan Altinkaynak jî wiha got: "Min xebata xwe ji bermayînan çê kir. Min bermayiyên derdorê kom kirin û li ser texteyekî kom kirin. Armaca min ew e ku li şuna bermayiyan bavêjin çopê ji nû ve ji jiyanê bidin qezencekirin."

Pêşengeha "Wênesazên Biçûk" a ku ji bermayiyan û porteyan pêk tê dê 3 roja vekirî bimîne.

(bd)


Bêjeyên Miftehî