Pêşengeha wêneyên jinên şervan a hunermend Çîmen
NAVENDA NÛÇEYAN
Di pêşengeha wêneyan a bi navê ‘Ruhê wan ji spî spîtire…’ Wênekêş Çîmen Îsmayil Rehşan rastiya jinên şervan ên kurd nîşan dide. Wênekêş Çîmen pêşengeha xwe diyarî şervanên kurd kir.
Mijara sereke ya pêşengehê Berxwedane
Duh li mozexaneya dîrokî Emne Sûreke ya li Silêmaniyê pêşengehek wêneyên şervanên jin ên kurd hat vekirin. Xwediyê pêşnegeha ‘Ruhê wan ji spî spîtire…’ wênekêş Çîmen Îsmayîl Rehşan li gel rastiya berxwedaniyê hovîtiya DAIŞ’ê jî kiriye mijara sereke ya wêneyên xwe. Di wêneyên Çîmen de rengê spî îfadeya berxwedaniyê ye û rengê reş jî îfadeya şer, hovîtî û rastiya DAIŞ’ê ye.
Rehşan jinên kurd wek sembola berxwedanî û bi rengê spî neqişandiye. Herwiha bal kişandiye ser rewşa jinên Şengalê û êşên wan. Pêşengeh bi beşdarbûna gelek hunermend û Endama rêveberiya YNK’ê Hêro Îbrahîm ve duh hat vekirin. Wê ji 11 heta 14’ê Hezîranê ji hunerhezan re vekirî be.
Çîmen Îsmayîl Rehşan kêye?
Çîmen Îsmayîl Rehşan di sala 1966’an li Silêmaniyê ji dayik bûye. Di sala 1988’an beşa Hunerên ciwan a zanîngeha Bexdayê bidawî kiriye. Di heman salê de wek mamoste di zanîngeha Silêmaniyê de ders dide û heta roja îro jî mamosteya beşa Hunerên ciwan a zanîngeha Silêmaniyê ye.
Çîmen di serî de li bajarên Başûrê Kurdistanê bi taybet li Silêmanî û Hewlêrê pêşengeha wêneyan vekiriye. Herwiha zêdetirî 50 pêşengeha wêneyan li welatên wek Fransa, Almanya, Îngîltere, Holanda, Îtalya, Amerîka û Koreya Bakûr nîşan daye.
(rn/ge)