Pêşmerge ber bi Mûsilê ve derketin rê
NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Hin yekîneyên pêşmergeyên Herêma Federal a Kurdistanê ber bi Mûsilê ve derketin rê. Li gorî agahiyan hêzên din jî ji bo biçin amade ne.
Hêzên pêşmerge yên li Kerkûkê dest bi tevgerê kirin û ber bi Mûsilê ve birêktin. Li gorî nûçeya RojNewsê der barê mijarê de yek ji fermandarên pêşmergeyan Elî Mihemed wiha got: "Hêzên me wê beşdarî operasyona rizgarkirina Mûsilê bibin."
Elî Mihemed diyar kir ku wê hêzên wan li Xazir bicih bibin û piştre dê li bendê bin ku ber bi Mûsilê ve biçin û ev agahî da: “Îro hêzên tabûra 16 a hêzên pêşmerge, hêzên qomando û yên parastinê ber bi bajarê Mûsilê ve birêketin. Duh êvarê jî hêzên taybet ên pêşmerge ku li Xurmatû bûn, ber bi Mûsilê ve birêketin û niha li cihê ku hatibû diyarkirin, bicih bûne."
Rêveberê Ragihadina Wezareta Pêşmerge yê Herêma Kurdistanê, Helgort Hikmet jî têkîldarî mijarê ev agahî da: “Derveyî hêzên pêşmerge li gundên pêş jî hinek hêzên din hatine bicihkirin. Ew hêz wê beşdarî operasyona rizgarkirina Mûsilê bibin.”
Berpirsên Iraqî jî diyar kiribûn ku tenê hêzên iraqî û kurdî beşdarî operasyona rizgarkirina Mûsilê bibin.
(sa)