1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Pêşmerge Gel û Gerîla li Kerkuk 27’ê Mijdarê Pîroz Kirin
Pêşmerge Gel û Gerîla li Kerkuk 27’ê Mijdarê Pîroz Kirin,pêşmerge,gel,û,gerîla,li,kerkuk,27,ê,mijdarê,pîroz,kirin

Pêşmerge Gel û Gerîla li Kerkuk 27’ê Mijdarê Pîroz Kirin

A+ A-

ŞARISTAN NURHAK

NÊRGİZ WELAT

KERKUK/ROJNEWS

Li bajarê Kerkukê gerîlayan bi tevlîbuna gel û pêşmergeyan 36. Salvegera Partiya Karkerên Kurdistan pîroz kir.

Bi boneya 36. salvegera damezrandina PKK'ê li Kerkukê cara yekem gel û gerîla bi hevre roja avakirina PKK'ê pîroz kirin. Welatiyên ku ji deverên weke Kerkuk, Duzxurmato, Kelar, Xaneqîn, Daquq û gundên derdora Daquqê hatibûn û beşdarî pîrozbahiyê bûn. Her wiha fermandarê herêma kerkuk Westa Resul, pêşmerge, hêzên polîs û asayişa herêmê, endamên tevgera Şuî, endamên navenda ronakbîrî, endamên tevgera YNK'ê û PDK'ê jî beşdarî şahiyê bûn.

Di meresîma leşkerî de fermandarên HPG û YJA Star, Eli Heyder Egîd Kelar û Amara Wan amade bûn. Fermandarê HPG’ê Egîd Kelar di merasîma leşkerî de ji gerîlayan re axivî û 36. Salvegera PKK’ê pîroz kir. Kelar di axaftinên xwe de balkişand li ser giringiya avakirina PKK’ê û wiha axivî: “Ev 36 sale partiya me hatiye damezrandin û di asta herî jor de tekoşîna xwe dide meşandin. Li ser vî bingehî jî îro em li virin, li kudera kurdistanê bibe bila bibe, em weke gerîla ji bo parastina her çar parçeyên Kurdistanê amadene.”

Piştî ku merasîma leşkeri bi dawî bû gel ji aliyê gerîlayan ve hat pêşwazî kirin. Şahiya pîrozbahiyê bi deqeyek rêzgirtin li ser giyanê şehîdan destpêkir. Di destpêkê de gerîlayan beşek ji nirxandinên rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan amadekiribun û ji bo gerîla û gel xwendin.

Piştî xwendina nirxandinên rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan berpirsyarê herêma Kerkuk Westa Resul axaftinek kir û xêrhatina hemû amadevanan kir. Resul diyarkir ku îro rojeke pir girîng ya damezrandina PKK’ê ye û wiha axivî: “Îro rojek girînge, em pir kêfxweşin ku em û gerîla di heman çeperan de li hember çeteyan şer dikin. Şerê ku gerîla, pêşmerge û YPG dike, şerê parastina xakê ye.”

Resûl balkişand li ser yekitiyê jî û wiha got: “Ş. Merwan ku bixwe xelkê bakurê Kurdistanê bu li Kerkuk şehîd ket. Ev ji bo Kurdistanê cihê şanaziyê ye, li girê Tilwerdê jî derket holê gerîla û pêşmerge bihevre dikarin bajarê Kerkukê bi parêzin.” Piştî wê peyamên ku ji aliyê partiyên siyasî ve hatîn, hatin xwendin.

Piştî peyaman amadekariyên çand û hûnerî yên ji aliyê gerilayan ve hatî amadekirin hat pêşkêşkirin. Şahî bi pêşkêşkirina şano, stran û dawiyê jî bi govendê dawî bû.