Pêşmerge heta bi kontrolkirina Mûsilê ranawestin
Şiwan Berzencî (BasNews): Fermandeyê Hêzên Pêşmerge yên Sipîlkê General Ebdulrehman Kewrînî eşkere kir ku çekên giran ji wan re hatine û got: ‘’Em dê li çekdarên DAİŞ’ê bidin û Mûsilê jî kontrol bikin.’‘
Di vê derbarê de General Kewrînî ji malpera fermî ya PDK’ê re axifî û got: ‘’Çekên giran ji me re hatine û em dê êrîşî çekdarên DAİŞ’ê bikin. Me xwe kom kiriye û ji hemû aliyan ve amade ne û gelek çek jî bo me hatine, hemû çekên giran in, em dê êrîşî Mûsilê bikin û heta kontrol jî nekin ranawestin.’‘
Kewrînî nîgeraniya xwe jî anî ziman ku qala wê yekê tê kirin qaşo Zumar û Keskîn ketine bin kontrola DAİŞ’ê û wiha pêde çû: ‘’Em bi tevahî amade ne ku êrîşî Mûsilê bikin, DAİŞ hatiye şikandin û bi sedan kuştî û birîndarên wan hene.’‘
Kewrînî da zanîn ku heta niha ji ber xelkê Mûsilê êrîş nekirine û got: ‘’Lê vêcarê em dê êrîş bikin, eger ew li ser erîşên xwe berdewam bin, em ê jî wek bersivekê êrîşî Mûsilê bikin daku em kontrol bikin.’‘
Çend roj dibe li navçeya Zumar şerekî giran di navbera Hêzên Pêşmerge û çekdarên DAİŞ’ê de heye, lê çekdarên DAİŞ’ê nikarîne bigihin armanca xwe û bi sedan kuştî û birîndarên wan hene.