1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Pêşmerge û Artêşa Tirk di ambargoya li ser Rojava de hevkar in
Pêşmerge û Artêşa Tirk di ambargoya li ser Rojava de hevkar in,pêşmerge,û,artêşa,tirk,di,ambargoya,li,ser,rojava,de,hevkar,in

Pêşmerge û Artêşa Tirk di ambargoya li ser Rojava de hevkar in

A+ A-

THURSDAY, 03 APRIL 2014 11:47

DÊRIK- Hêzên Pêşmerge yên girêdayî Partiya Demokratî Kurdistanê ev çend roj in ji bo welatiyên Rojava derbasî Başûr nebin, mewziyekê li ser sînorê bi Rojava re dikolin û di heman demê de Artêşa Tirk jî li ser sînorê bi Bakurê Kurdistanê re mewziyekê dikole.

Hêzên Pêşmerge yên girêdayî Partiya Demokratî Kurdistanê (PDK) ji bo rê li pêşiya welatiyên Rojava ku derbasî Başûr dibin û pêdiviyên xwe peyda dikin, bigire, mewziyekê li ser sînorê bi Rojava re dikole. Di heman demê de Artêşa Tirk jî li ser sînorê bi Bakurê Kurdistanê re mewziyekê dikole. Pêşmergeyan ev çend roj in li hemberî gundên Girasor, Banê Şikeftê û Girbelat ên Rojava dest bi kolandina mewziyê kirine.

Li gorî çavkaniyên herêmî yên gundê Girasor, ji bo rê li pêşiya welatiyên Rojava ku derbasî Başûr dibin û pêdiviyên xwe peyda dikin bête girtin, Pêşmerge li sernaserî sînorê bi Rojava re mewziyekê dikole.

Ev demeke Partiya Demokratî Kurdistan (PDK) bi serokatiya Mesûd Barzanî li hemberî Rojava Helewestek neyînî dimeşîne û ambargoya li ser Rojava bêhtir asê dike. Herî dawî jî Hikûmeta PDK’ê nehiştin ku şandeya bazirganên Rojava a ji aliyê Desteya Aborî û Bazirganiyê a herêma Cizîrê hate amadekirin ku ji bo peydakirina pêdiviyên welatiyan çubû Başûr derbas bibe û şande vegerandin.

Çavdêrên siyasî derbarê mijarê de dibêjin ku ev helwesta PDK’ê li hemberî welatiyên Rojava nakeve xizmeta gelê Kurd û dijminatiya şoreşa Rojava dike. Ev yek jî tê wateya ku hevkariya Hikûmeta PDK’ê bi dijminên şoreşa Rojava re dide xuyakirin û kolandina mewziyan li ser sînor nîşana vê yekê ye.

Ev helwesta Hikûmeta PDK’ê di dema ku Artêşa Tirk ji aliyê Bakurê Kurdistanê ve jî mewziyan dikole û ji bo ambargoya xwe li ser Rojava giran bike leşkeran li seranserî sînorê bi Rojava re zêde dike, beşdariya wê di embargoya li ser Rojava diyar dike.

Gelek çalakvanên bajarê Dêrikê diyar kirin ku kolandina mewziyan ji aliyên herdu Hikûmetên AKP'ê û PDK’ê ve di heman demê de tê wateya hevkariyekê di navbera herdu hikûmetan de û ji bo ku ambargoya li ser Rojava giran bikin û welatiyên Rojava neçarî koçberiyê bikin.

CÛDÎ DEHAM

(jh)