Pêşmergeyan li Qeretepe derdora leşkerên artêşa Iraqê dorpêçkirine
ARÊZ GERMİYANÎ/QERETEPE / ROJNEWS Artêşa Iraq beşek ji hêza xwe şand nava nahyeya Qeretepe ji bo ku liwir bimînin, li ser vê yekê pêşmergeyên herêma Kurdistanê jî rê neda hêzên artêşa Iraqê li wir bimînin. Rêveberê nahyeya Qeretepe jî diyar kir ku berê jî artêşê xwestibû, lê me ev yek qebûl nekiribû.
Rêveberê nahyeya Qeretepe Wehab Ehmed derbarê hatina artêşa Iraqê de ji RojNewsê re wiha got: “Artêşa Iraqê di nava çend rojên derbasbûyî de ji min xwestin û gotin, emê werin nava avahiya Agirkûjiyê li wir bimînin. Lê min ev daxwaza wan red kir û rêneda wan. Duh êvarî hêzên artêşa Iraqê hatin nava nahyeyê, pêşmergeyan ji li wê derê derdora hêzên artêşa Iraqê girtin û tê payîn ku pêşmerge îro hêza artêşa Iraqê derbixe derveheyî nahyeyê.”
Wehab Ehmed got ku hêza artêşa Iraq demeke ku dixwazin bên nava nahyeyê û xwe bikin xwediyê nahyeya Qeretepe û bi xwesteka xwe tevbigerin; “Lê em û hêza pêşmergeyan rênadin vê yekê.”
Nahyeya Qeretepe girêdayî bajarê Xaneqîne û yek ji navçeyên Kurdistanî yên dikeve sînorê maddeya 140 e. Rûniştvanên wê nahyeyê ji Ereb, Kurd û Tirkmenan pêktê.