1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Pêşmergeyan rêya Kerkukê li artêşa Iraqê girt
Pêşmergeyan rêya Kerkukê li artêşa Iraqê girt,pêşmergeyan,rêya,kerkukê,li,artêşa,iraqê,girt

Pêşmergeyan rêya Kerkukê li artêşa Iraqê girt

A+ A-

KERKUK (DÎHA) - Li Iraqê geşedanên di navbera Reveberiya Navendî û Reveberiya Herêma Kurdistanê de, zêde dibe. Rêveberekî Wezareta Pêşmergeyan, diyar kir ku leşkerên pêşmergeyan rêya Kerkukê li derbasbûna artêşa Iraqê girt.

Rayedarekî Wezareta Pêşmergeyan ku navê xwe neda diyar kir ku artêşa Iraqê 30 kîlometre nêzî Kerkukê bûye û li ser vê yekê hêzên pêşmergeyan sewqî heremê hatine kirin û wiha got: "Emê nekevin Kerkukê lê em destûrê nadin ku artêşa Iraqê bikeve Kerkuk ê jî. Li gor peymana di navbera Bexda û Hewlêrê de, divê ewlehîya cihên ku bi pirsgirêk, ji aliyê hêzên herêmî û polîsan ve bê peyda kirin. Têketina pêşmergeyan û artêşa Iraqê qedeqe ye. Serokwezîrê Iraqê Nurî El Maliki îlan kiribû ku “hêza operasyon a dicleyê” ji bo pêş girtina terorê û ewlehîyê amade kirine." Hêza oprasyon a dicleyê çend caran xwast ku, bajarên bi pirsgirêk tê qebûl kirin; li Kerkuk, Diyala ve Selahaddinê bigrin bin qontrolê. Lê li ser bertekên ku li heremê, vekişaya bûn.

Herî dawî di 16 ê mijdarê de 75 kîlometre li nêzî Kerkukê “hêzên operasyon a dicleyê û pêşmerge hatibûn hemberê hev.

(mae)