Pêşmergeyan êrîşî rojnamevanan jî kirin
DÊRIK– Di çalakiya şermezarkirina kolana xendekên li ser sînorê Rojava de, pêşmergeyan êrîşî rojnamevan jî kirin û îşlikê nûçegihanê Ronahî TV qetandin.
Welatiyên Rojava li dijî xendekên ku ji aliyê PDK’ê ve di navbera Rojava û Başûr de tên kolan, îro meşiyan ser sînor. Bi sedan kesên ji bajarên Qamişlo û Dêrikê bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger derketin rê, çûn gundê Girê Sor ê girêdayî bajarê Dêrikê ku dikeve sînorê Başûrê Kurdistanê.
Dema girseya gel gihîşt ser sînor, pêşmergeyên ku ji berê de li ser sînor hatibûn bicîhkirin, makîneyên ku xendekan dikolin, paşve kişandin û pêşmerge zêde kirin.
Welatiyan jî al û sembolên kurdî, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û parkartên ku kolana xendekan şermezar dikin vekirin û nerazîbûna xwe ya li dijî kolana xendekan anîn ziman. Di vê navberê de pêşmergeyên gule barandin. Di encama gulebaranê de ciwanekî bi navê Fadî Turkî Xidir birîndar bû.
Ciwanan bi keviran bersiv da
Li ser gulebarana pêşmergeyan, komek ciwanan jî bi keviran bersiv dan û dayikan jî bi dirûşme û tîlîliyan pêşmerge şermezar kirin. Her wiha ciwanan bi kevir û axê hewl dan ku xendekan tije bikin. Demek piştî gulereşandinê û bersivdayîna ciwanan, pêşmergeyan xwe paşve kişandin. Dayikên ku ew jî ji bo şermezarkirinê çûbûn ser sînor, ji bo ku alozî mezin nebe, pêşiya ciwanan girtin û ew vegerandin.
Rojnamevan asteng kirin
Di vê navberê de rojnamevanên ku çalakiya welatiyan dişopandin jî, ji aliyê pêşmergeyan ve hatin astengkirin. Pêşmergeyên ku hewl dan kamerayên rojnamevanan desteser bikin, bi dehfdanê îşlîkê nûçegihanê Ronahî TV qetandin.
Welatî piştî çalakiyê ji ser sînor vegeriyan
(ekip/aq)