Pêşmergeyekî birîndar: YPG’ê em rizgar kirin
Hêzên YPG’ê ji bo alîkariyê tavilê destwerdan kir û hemû pêşmergeyên birîndar rizgar kirin û rakirin nexweşxaneya bajarê Dêrikê.
ANHA - DÊRIK– Çeteyên DAIŞ’ê şevê din li gundê Sihêlê yê Başûrê Kuridstanê yê li ser sînorê bi Rojavayê Kuredistanê re li dijî hêzên Pêşmerge kemînek danîn. Di encamê de 9 pêşmerge jiyana xwe ji dest dan û 6 pêşmergeyên din jî birîndar bûn. Şervanên YPG’ê pêşmergeyên birîndar rizgar kirin.
Çeteyên DAIŞ’ê li dijî dever û herêmên kurdan li Rojava û Başûrê Kurdistanê êrîşên xwe didomînin. Çeteyan şevê din li dijî hêzên Pêşmergeyan li gundê Sihêlê yê Başûrê Kuridstanê yê li nêzî sînorê bi Rojavayê Kuredistanê re kemînek danîn. Di encamê de şer û pevçûn di navbera hêzên Pêşmerge û çeteyên DAIŞ’ê de rû dan. Di encama pevçûnan de 9 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dan û 6 pêşmergeyên din jî birîndar bûn. li ser vê yekê şervanên YPG’ê destwerdan kirin û pêşmergeyên birîndar rizgar kirin.
Şervanên YPG’ê pêşmergeyên birîndar rakirin nexweşxaneya bajarê Dêrik. Pêşmergeyekî yê bi navê Birîndar Ehmed Emîn ku di nexweşxaneyê de tê dermankirin wiha got: “Çeteyên DAIŞ’ê saet di 19.00’an de li gundê Sihêlê li pêşiya me kemînek danîn. Di encamê de pevçûn di navbera me û wan de derket û di van pevçûnan de 9 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dan û 6 pêşmergeyên din jî birîndar bûn.”
Emîn di axaftina xwe de got ku hêzên YPG’ê ji bo alîkariyê bi wan re bike, tavilê destwerdan kir û hemû pêşmergeyên birîndar rizgar kirin û rakirin nexweşxaneya bajarê Dêrikê.
Li aliyekî din çavkaniyên herêmî diyar kirin ku welatiyên sivîl ji gundê Sihêlê ve heta gundê Tawis li ser sînorê bi Rojava re belav bûne û hewldan derbasî Rojava bikin, lê hêzên pêşmergeyên li vir rê li pêşiya wan girtin.
CÛDÎ DEHAM
(jh)