1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Pêşmergeyên bi rêya hewayî hatin li Pirsûsê tên sekinandin
Pêşmergeyên bi rêya hewayî hatin li Pirsûsê tên sekinandin,pêşmergeyên,bi,rêya,hewayî,hatin,li,pirsûsê,tên,sekinandin

Pêşmergeyên bi rêya hewayî hatin li Pirsûsê tên sekinandin

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN 29.10.2014 06:08:43 Komek ji Pêşmergyên ji bo biçe Kobanê bi rêya hewayî ji Hewlêrê hat, li Pirsûsê ye. Konvoya ji rêya bejahî tê jî, ji Deriyê Sînor ê Xabûrê derbasî Şirnexê bû. Tê payîn ku piştî konvoy gihişt Pirsûsê wê Pêşmerge bikevin ser rêya Kobanê.

Li ser biryara Hikûmeta Başûrê Kurdistanê û li dû hevdîtinên bi rayedarên Rojavayî re, komek ji Pêşmergeyan a ji bo destekê bide berxwedana YPG/YPJ'ê biçe Kobanê, duh ji rêyên hewayî û bejahî ket ser rê.

Balafira taybet a ji hêzên Pêşmergeyan duh nîvê şevê saet di 01.15'an de daket Balafirgeha GAP a Rihayê. Pêşmerge ji vir derbasî Pirsûsê bûn û li cihekî nêzî Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê hatin bicihkirin.

Konvoya ji ambûlansek û 38 wesayîtan jî, ji rêya bejahî îro danê sibê ji Deriyê Sînor ê Xabûrê derbasî Bakurê Kurdistanê bû û ber bi Silopiyê ve ket ser rê.

Piştî ku konvoya bejahî li Pirsûsê xwe gihand koma din, tê payîn ku Pêşmerge di Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê re derbasî Kobanê bibin.