Pêşmergeyên Rojhilatê Kurdistanê jî çûn eniyên şer
BasNews (Hewlêr): Endamê Polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistan-Îranê (PDK-İ) Rustem Cîhangîr ragehand ku hêzên wan amade ne li eniyên berevaniyê şerê DAİŞ’ê bikin û got: ‘’Îro 250 Pêşmergeyên me bo eniyên şer hatin şandin.’‘
Cîhangîr di vê derbarê de agahî dan televizyona NRT û wiha axifî: ‘’Hejmarek ji Pêşmergeyên me bi armanca berevanîkirinê li Herêma Kurdistanê bo cepheyên şer hatin birêkirin.’‘
Endamê Polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistan-Îranê Rustem Cîhangîr da zanîn ku niha 250 Pêşmergeyên Partiya Demokrata Kurdistan-Îranê bi mebesta ku li dijî çekdarên DAİŞ’ê şer bikin ber bi cepheyên şer hatine şandin.
Roja 3’ê mehê çekdarên rêxistina radîkal a bi navê Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) bajarokê Şingalê girtin û ji wê demê heta niha şer û pevçûn di navbera Hêzên Pêşmerge û çekdarên DAIŞê de berdewam e. Piştî van şer û pevçûnan hêz û partiyên hemû parçeyên Kurdistanê amadebûna xwe pêşan dan ku di şerê DAİŞ’ê de piştgiriya Hêzên Pêşmerge bikin.