´Pêşniyaz bê em dê tevlî bibin´
Muslim: Ger ji koalîsyona Sûriyeyê pêşniyar were em dê tevlî bibin
Hevserokê Giştî yê PYD’ê Salih Muslim got ku ger ji Koalîsyona Hêzên Şoreşger a Sûriyeyê ya ku ji hêzên muxalîf ên Sûriyeyê pêk tê pêşniyaz were ew ê tevlî koalîsyonê bibin. Muslim got: “Em di wê baweriyê de ne ku ew nikarin bêyi Kurdan tiştek bikin”.
Hevserokê Giştî yê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim got ku ger ji Koalîsyona Hêzên Şoreşger ên Sûriyeyê ku ji hêzên muxalîf ên Sûriyeyê pêk tê daxwaz were, ew ê tevlî koalîsyonê bibin.
Muslim got: “Ger Koalîsyona Hêzên Şoreşger ên Sûriyeyê hevdîtinê qebûl bikin, em amade ne, em ê tevlî koalîsyonê bibin. Jixwe em bawer dikin ku ew nikarin bêyi Kurdan tu tiştek bikin.” Muslim binê wê yekê xet kir ku muxalefeta Sûriyeyê bi hilgirtina kesên ku nunertiya Kurdan nake nagihe armanca xwe û wiha domand: “Teqez ew dê hewl bidin ku Kurdan jî bigirin nava xwe. Ev jî Desteya Bilind a Kurd e. Tu çareyeke din tune.”
Mulsim da zanîn ku niha bi awayeke yekser têkiliya wan bi Koalîsyona Hêzên Şoreşger ên Sûriyeyê re tune ye û got: “Têkiliyên me bi wan re hene. Lê ne bi awayeke rasterast.”
MOAZ DIBÊJE KURD TUNE BIN EZ VENAGERIM
Muslim got: “Herî dawî tê gotûbêjkirin” û wiha domand. “Di navbera me û wan de hin têkilî hene. Ev yek li wir pir tê gotûbêjkirin. Mînak Ehmed Muaz Xetîb (Serokê Koalîsyona Neweteyî ya Hêzên Şoreşger ên Sûriyeyê) îstîfaya xwe dabû. Dixwazin wî vegerînin, lê dibêje heta Kurd tune bin ew ê venegere. Ango şeretek wî heye. Ji bo ku ew vegere dixwaze Kurd jî têde cih bigirin. Ger Kurd cih bigirin, dê Desteya Bilind a Kurdan cih bigire, kesek din cih nagire.”
Mulsim destnîşan kir ku di nava koalîsyonê de yek du Kurd hene, lê evane rêxistinên xwejî temsîl nakin. Mulsim ku bal kişand ser têkiliyên Artêşa Sûriyeya Azad û got ku ev pêkhate ne yekwicûd e” û wiha axivî: “Serek wê tenê tune ye, gelek serên wê hene. Li her cihekê komên cûda hene. Ji ber wê jî gelek zor e ku mirov bikare bi hemûyan re li hev bike.”
PEYMAN JI BO PÊŞÎLÊGIRTINA PEVÇÛNÊN HERÊMÎ NE
Muslim wiha axivî: “Peymanên ku me bestandine, ji bo tenê li hin herêman pevçûn çênebin, ji bo vekişînê û ji bo têkiliyan in. Herêma Kurdan, herêma Ereban û herêma têkel heye. Gava ew dikevinê an jî yên me dikevinê pevçûn diqewimin. Piştre jî şert çêdibin. Dibêjin hûn bikevin herêmên me hûn ê ji me destûrê bixwazin, em bikevin herêmên we em ê ji we destûrê bixwazin. Ango ji bo pevçûn çênebin û ji bo hev du nekujin hin peyman çêbûne. Ev yek jî rejîmê nerehet dike.”
PEYMANA BI KOM ÇEKDAR ÊN LI HELEBÊ RE
Muslim derbarê peymana li Helebê di navbera Kurdan û hêzên muxalîf de û wiha domand. “Ev peyman bi hinek derdoran re ye, ne ku bi her kesî re ye. Ango bi meclîsên leşkerî yên herêmî re çêdibin. Li Hesekê bi meclîsa leşkerî çêbû. Evane bi rastî jî temsîla Erebên li wir dikin. Ne wekî El Qaîde û El Nursa ne.”
REWŞA GIŞTÎ ‘LÊXE-BIREVE’ YE
Muslim rewşa leşkerî ya aliyên li Sûriyeyê nirxand û got: “Rewşa giştî rewşa ‘lêxe-bireve’ ye. Yek lêdixe û direve, piştre yê din lê dixe û direve. Ev yek wiha didome. Ango dubarekirinek heye. Çekên rejîmê hene û hîna jî xurt e. Bênavber ji Rûsya, ji Îranê û ji cihên din çekan werdigire. Yên din jî çekan didin komên çekdar. Erebîstana Siûdî, Qeter, Tirkiye jî bê navber çekan didin. Em tenê dikarin xwe biparêzin.”
Muslim bi bîr xist ku ji ber êrîşên li Helebê li dijî taxên Kurdan dest pê kirin, rêjeya koçberiya ber bi Rojavayê Kurdistanê ve pir zêde bûye û got: “Alîkariya tê kirin heta cihekê têrê dike. Lê ji niha û pêve dê tengasî çêbibin. Hinek derfet di destê me dehene. Lê her tişt pir bihan e. Mînak bazirgan her tiştê tînin. Ereb difiroşin ên me. Pir bi biha difiroşin.”
HÊVÎDAR IM KU EM Ê BIBIN DENDIKA YEKITIYA KURDAN
Salih Muslim herî dawî got: “Dema ku em dibînin ku 40 milyon Kurd piştgiriyê didin gelê me, em gelek dilşad û bextewar dibin. Em ji yekitiyî û desteka Kurdan dilşad in. Em hêvîdar in ku em ê bibin dendika yekitiya hemû Kurdan. Ez spasî û silavên xwe ji hemû gelê me yê ku destekê dide re pêşkêş dikim.”