Pêşniyaza 'Navenda Perwerdehiya Kurdî'
AMED (DÎHA) - Parlamentera HDP'ê ya Qersê Mulkiye Bîrtane pêşniyara ji bo hêj bêtir kurdî belav bibe divê li Amedê li her sîteyê û avahiyekê de malek ji bo perwerdehiya kurdî bê vekirin, kir.
Navenda Giştî ya KURDÎ-DER'ê li Navenda Çandê ya Cegerxwîn ji bo xwendekarên bi serkeftî dewreya perwerdehiyê ya kurdî xilaskirin şahiyek li dar xist. Parlamentera HDP'ê Mulkiye Bîrtane, hevşaredar, rêveberên DBP'ê û gelek kes tevlî şahiyê bûn. Di salona şahiyê de "Şoreşa Rojava, şoreşa zimanê kurdî ye" û posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatin daliqandin. Di şahiyê de sînevîzyona têkildarî berxwedana Şengal û Kobanê hate pêşandan.
Hevserokê KURDÎ-DER'ê Alî Erdemîr diyar kir ku ji bo zimanê kurdî bê jibîrkirin hewldaneke gelek mezin heye lê ev yekê bi ser neket. Erdemîr bang li hemû kesî kir ku xwedî li kurdî derbikevin û wiha got: "Kesê li zimanê xwe dernekeve li xwe dernakeve. Zimanê kurdî ji nû ve xwe dide jiyîn. Ev yek jî bi saya ciwanan pêk tê."
'Bila li her avahiyekê de perwerdehiya kurdî bê dayîn'
Parlementera HDP'ê ya Qersê Mulkiye Bîrtane jî diyar kir ku pêşketina zimanê kurdî bi saya têkoşîna zadiyê pêk hat. Bîrtane balkişand ser dibistanên kurdî yên li Kurdistanê hatin vekirin û di xwedîderketina dibistanan de qelsbûnek heye. Bîrtane pêşniyara li her avahiyekê de malekê vegerînin navenda perwerdehiya kurd kir û wiha got: "Li wan malan bila ji zarokan re perwerdehiya kurdî bê dayîn. Dîsa di kreş û perwerdehiya pêşdibistanan de kurdî bê hînkirin. Dibistanên kurdî ji bo perwerdehiya bingehê gavekî gelek girîng e."
Piştî axaftinan şano hat pêşandan û muzîk hat guhdarkirin.
(bd/wk)