"Pêşniyazên bê ehlaq deşîfre bikin"
YEK-KOM: Pêşniyazên bê ehlaq deşîfre bikin
Piştî nûçeya hewldanên polîs û rêxisitnên sîxûrî yên Almanyayê ku hewl didin sîxûrtiyê li ser ciwanên Kurd ferz bikin, Serokê Yekitiya Komeleyên Kurdan ên li Almanyayê (YEK-KOM) Yuksel Koç bang li Kurdên ku li rastî van rewşan tên, pêşniyarên ku di vî warî de ji wan re tên kirin aşkere bikin.
Serokê YEK-KOM’ê Yuksel Koç ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê re axivî û da zanîn ku hewldanên fezkirina sîxûrtiyê li ser ciwanên Kurd ne netenê li eyaleta Hessnê ye û diyar kir ku ev polîtîka li seranserê Almanyayê tê meşandin. Koç ku destnîşan kir ku polîsên Alman ji bo destûra rûniştina li welat û mafê hemwelatiyê gef li ciwanên Kurd dixwe daku bibin sîxûr (ajan), got: “Mirovên ku tên komeleyên me, dibin odeyên tarî û bi wan re diaxivin. Dibêjin ev axaftin jî ji bo ewlekariyê ye.”
Yuksel Koç destnîşan kir ku tu bingeha vê ya huqûqî tune ye û got: “Divê tu Kurdek neçe axaftinên bi vî rengî û vê pêkanîna li hemberî xwe deşîfre bikin.”
Koç agahî da ku giliyên bi vî awayî ji wan re jî tên got: “Me di her civîn û hevdîtinên bi rayedaran re daye diyarkirin ku komeleyên me li gorî yasayên Alman tevdigerin. Ger pirsek wan hebe, bila bên ji me bipirsin. Evane polîtîkayên qirêj in; ev yek ne li gorî ehlaq, ne nirxên mirovahiyê û ne jî li gorî huqûqê ye.”
Koç ku kampanyaya “Bila Nasnameya Kurd bê Nasîn” ya ku payiza 2011 bi pêşengiya YEK-KOM’ê dest pê kir û di sala 2012’ê jî berdewam kir bi bîr xist, bal kişand ku piştî vê kampanyaya bi bandor polîsan serî li rêbazên qirêj da û got: “Hewl didin ku rê li ber bidestxistina mafên Kurdan bigirin. Li hemberî kampanyaya me ya nasnameyê ne tenê vê yekê dikin, raporên îstîxbaratê diweşînin. Lê Kurd mafên xwe yên makeqanûnî dixwazin.”
Koç destnîşan kir ku ji ber nezanîna mirovan a di warê mafan de, bêperwatiya polîs û endamên îstîxbaratê zêde bûne û binê van tiştan xet kir: “Bangên ji polîsan tên (nivîskî jî be) kesek neçar nîne biçe. Divê bangên nivîskî yên ji polîsan tên bidin parêzeran. Divê parêzer li vir bibin muxatab.”
Koç bang li Kurdan kir ku di vî warî de guh nedin gotinên polîsan û desntîşan kir ku bi taybet ger bêjin ku ‘ger hûn sîxûrtiyê qebûl bikin em mafê hemwelatiyê bidin’ an jî ‘em ê mafê rûniştinê bidin’ qebûl nekin, ji ber ku tiştek wiha tune ye. Koç ev agahî da: “Tu rayeyek polîsan a bi vî rengî tune ye. Şert û mercên rûniştin û hemwelatiyê hene. Ev krîter ji bo Kurdekî û ji bo penaberên ji neteweyên din jî yek in.”
ANF NEWS AGENCY