1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Pîlanên qirêj û xeta îxanetê
Pîlanên qirêj û xeta îxanetê,pîlanên,qirêj,û,xeta,îxanetê

Pîlanên qirêj û xeta îxanetê

A+ A-

ANALÎZ

ELÎ MEZLÛM

Li Rojavayê Kurdistanê li hemberî xeta berxwedan û azadiyê ya ku pêş dikeve, dewleta dagirker a dijminê Kurdan, hewl dide ku xeta îxanetê bide meşandin. Vê xetê jî bi riya PDK`ê dide meşandin. Di civîna Riyadê de li ser navê `Pêşmergeyên Rojava` amadebûna Besam Hec Mistefa û Bêwar Mistefa viya nîşan dide.

Li aliyê din Mesud Berzanî di serdana xwe ya Tirkiyeyê de li navenda MÎT`ê bi Hakan Fîdan re liser pilanên siyasî û leşkerî lihev kirin. Li gorî vê plana veşartî Barzanî daxwaz ji Tirkiyeyê kir ku rê bidin `Pêşmergeyên Rojava` derbasî herêma Çiyayê Kurdan (Cebel El Ekrad ) a girêdayî bajarê Laziqiyê bibin. Li hemberî wê jî Barzanî wê rê bide leşkerên Tîrk ku li herêma Başûrê Kurdistanê zêde bike û di heman demê de leşkerên xwe bişîne kampa Başîka ya Musulê.

Piştî lihevkirina liser herêma Çiyayê Kurdan tevgereke leşkerî ya awarte derket holê û Koma Ehrar El Şam 3 navend li herêma Çiyayê Kurdan radestî `Pêşmergeyên Rojava` kirin. Li ser van navendan niha ala Başûrê Kurdistanê hatiye daliqandin.

Ev tevger û taburên leşkerî bi rêya du kesên ku beriya niha li Helebê û derdorê wê li hemberî kurdan komkujiyên mezin pêk anîbûn, têne birêvebirin. Kurdên niha li herema Helebê van herdu kujerên bi navê Azad û Besam Hec Mistefa baş nas dikin.

Besam Hec Mistefa ji gundê Qibêsîn ê girêday herêma Babê ye. Beriya şoreşê ew endamê partiya Komînîst a Xalid Bekdaş bû. Di dawiya sala 2012`an de, Besam tabûra bi navê ”Yûsif El Azma” ava kir. Ev tabur pişt re bû tûgay û Besam bû fermandarê wê. Tûgaya Yûsif El Azma li gundewarên Helebê di bin sîwana hêzên ”El Komele” ya girêdayî koma bi navê “Meclîsa Şoreşgerî ya Kurdî ya Sûrî” de cîh girt. Di sala 2013`an de Besam Hec Mistefa îdîa dikir ku li gundewarên Helebê 4 hezar kes di bin destê wî de hene. Tûgaya El Komele li gelek herêmên wekî çeperên Taxa Eşrefiyê, Xalidiyê, Şêx Seyîd, Xan El Esel, Balefirgeha Kiwêrisê û gelek çeperên din li dijî Kurdan şer dikir. Lê Besam Hec Mistefa bi xwe li Tirkiyeyê rûdinişt.

Kesê bi navê Azad jî bi eslê xwe ji gundên derdora herêma Sifîra ya ku dikeve başûr-rojhilatê Helebê ye. Tê gotin ev kes ji malbata Qo Agasî ye û wî jî fermandariya koma bi navê ”Ketîba Azadî” dikir.

Herdu kes niha li herêma ”Çiyayê Kurdan” li parêzgeha Laziqiyê ne. Koma ”Ehrar El Şam” piştgiriya aborî ji wan re dike û destek dide wan. Koma Ehrar El Şam 3 navend li herêma Çiyayê Kurdan radestî wan kirine û li ser van navendan ala Başûrê Kurdistanê hatiye daliqandin.

Azad di demên dawiyê de derbasî herêma Çiyayê Kurda bûye û li wir ji bo avakirina hêzeke leşkerî ya hîn mezintir, dest bi hevdîtina kiriye.

Tiştê balkêş ew e ku derbasbûna herdu kesan, piştî daxuyaniyên Serokê PDK’ê Mesûd Berzanî ya wekî, “Ger alîkarî pêwîst be em amadene ku piştgiriyê bidin Kurdên herêma Cebel El Ekarad” pêk hatiye.

Li gor agahiyê hatine bidestxistin û daxuyaniyên Barzanî wisa diyare ku di navbera Artêşa Azad, Ehrar El Şam û Barzanî de pilanek hevbeş heye. Bêguman mirov nikare Tirkiyeyê li derveyî vê pilanê bigire. Tirkiye xwedî rolekî mezine ku herdu serî gihandine hev. Dewleta Tirk bi rêya PDK’ê dixwaze herêma Şehba û Çiyayê Kurda li gorî berjewendiyên xwe kontrol bike. Hewildanên xwe bicîhkirina xeta PDK’ê pilanek weke ya Başika ya dagirkeriya Dewleta Tirk e.

Pilana duyemîn ya ku Hakan Fîdan û Mesud Berzanî çêkirine jî ew bû ku di qada navdewletî de xebateke hevbeş were meşandin da ku Şoreşa Rojava were tasfiyekirin.

Di daxuyaniya ENKS`ê de jî xuya dibe ku ev biryar ji navend û civînên ENKS`ê derneketiye. Endamê Sekreteriyaya Giştî ya ENKS`ê Mislim Mihemed ragihand ku ENKS di civîna xwe ya dawiyê ya li Qamişlo de biryara komkirina îmzeyan daye. Lê di encamnameya ku piştî civîna di 06’ê Çileya 2016`an de li Qamişlo pêkhatibû ji ragihandinê re hatibû şandin de, behsa kampanyaya komkirina îmzeya nehatibû kirin.

Ev biryar diyare ku bi konsepta hevbeş a dewleta Tirk û PDK`ê hatiye girtin. Armanc bi navê Rojavayê Kurdistanê rewakirina nûnertiya ENKS û pêşîgirtina Rêveberiya Xweser e. Ji ber ku ENKS, ne bi navê xwe, lê di bin navê Koalîsyona li Stenbolê de tevlî dibe. Ev pêngav di heman demê de rewakirina koalîsyon û dewleta Tirk e. Wek tê zanîn serokê Koalîsyona Stenbolê Xalid Xoce, bi Mît`a Tirkiyê re hevkariyê dike. Hevkarên wan ên kurd Fuad Elîko, Ebdilhekîm Beşar û Mistefa Oso jî di nav vê konseptê de ne.

Di nav 4 rojan de li her 3 kantonan 13 hezar û 650 îmze hatine kom kirin. Li Başûrê Kurdistanê û derveyê Kurdistanê bi giştî 46 hezar û 600 îmze hatine komkirin. Di encama xebatên komkirina îmzeyan de derket holê ku xelkê Rojavayê Kurdistanê bawerî bi PDK`ê nayîne û îmze nedan ku wan temsil bikin.

Dewleta Suriyê jî di nav pilanê de ye

Beriya sersala 2016`an endamên parlamentoya Suriyeyê Omer Osê û Şerîf Şihadê, bi awayekî fermî çûne Başûrê Kurdistanê û rayedarên PDK`ê re hevdîtin çêkirin. Piştî van hevdîtinan cîgira serokê ENKS`ê Fesla Yusif daxuyanî da û got: “Pêşmergeyên Rojava wê niha heremên Kurdî biparêzin û dema pêş de jî wê pêşmerge bibin beşek ji artêşa Suriyeyê.” Di demeke ku li tu deverekê `Pêşmergeyên Rojava ` tune ne de, ev daxuyaniya Fesla Yusif cîhê gumanên mezin in, ku dewleta Suriyeyê jî di nav vê xeta îxanetê de ye.