1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Pîrê tembûrê di 13'ê Gulanê de li Amedê ye
Pîrê tembûrê di 13'ê Gulanê de li Amedê ye,pîrê,tembûrê,di,13,ê,gulanê,de,li,amedê,ye

Pîrê tembûrê di 13'ê Gulanê de li Amedê ye

A+ A-

AMED (DÎHA) - Pîrê tembûrê Alî Ekber Mûradî, ku di nav 50 muzîkjenên cîhanê yên herî baş de hatiye nişandan dê di 13 Gulanê de li Amedê li tembûra xwe bide.

Alî Ekber Mûradî ku kurdekî Yarsanî ye bi piştgiraya Şaredariya Peyasê ve di 13 mehê li Navenda Çanda Ciwanan a Cegerxwîn konserek bide. Mûradî, li Rojhilata Kurdistanê li bajarê Kirmanşahê hat cihanê. Di zarokatiya xwe de dest bi karê muzîkê dike û li ber destên pisporên muzikê yên wek Mîrza Seyîd Alî Kafaşyan, Kakî Alah Morad Hamidî û Seyîd Welî Huseynî hînî meqamên kurdî dibe. Mûradî, konsera xwe ya pêşîn di sala 1971'an de li Kirmanşahê dide û di sala 1981'an de li gel stranbêjê navdar Şahram Nazerî li Ewropa û bakurê Amerikayê dertê ser dikê. Di sofitiya kurdî de tembûr amûreke pîroz e û Mûradî jî di vê karê de nav û deng e. Li bajarên wek New York, San Francisco û Londonê derdikeve ser dikê. Di 30'ê Rezbera sala 2006'an de di Mîhrîcana Muzikê ya Cîhanê ya San Franciscoyê bi navê "Voices Of Kurdistan" (Dengên Welatê Kurdan) pêşkêş kir. Ji aliyê kovareke muzikê ya îngilîzan ve jî di nav 50 muzîkjenên cîhanê yên herî serkeftî de hatiye nişandan.

(gka/mae)