Pîrên elewiyan jî ketin ser riya Kobanê
STENBOL 15.07.2014 15:26:20 40 pîr, rewşenbîr û nivîskarên Elewî ji bo piştgiriya ji berxwedana Kobanê re ji Stenbolê ber bi navçeya Riha Bêrecûkê ve ketin rê. Komê got; “Ji bo xatirê 40’an em Elewî ji bo heq û heqîqetê diçin sînorê Kobanê dibin cem.”
Ji Stenbolê 40 pîr, rewşenbîr û nivîskarên Elewî ji bo tevlî çalakiya kon a li ser sînorê kantona Kobanê li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ hatibû vedan bibin ketin rê. Pîr, nivîskar û rewşenbîrên Elewî yên bi banga ‘Ji bo xatirê 40’an 40 kes’ piştgirî ji nûnerên saziyên Elewî jî wergirtin. Koma ku saet 16.00’an bi gotina ‘ji bo xatirê 40’an em Elewî ji bo heq û heqîqetê li sînorê Kobanê diçin bibin cem’ wê 16’ê Tîrmehê saet 12.00’an li sînorê Kobanê daxuyaniyeke çapemeniyê bidin.
Bangdêrên hewldana ji bo xatirê çilan wiha ne: Pîr Celal Firat, Pîr Sefa Ozturk, Pîr Îbrahîm Erdogan, Pîr Hasan Kilavuz, Pîr Velî Buyukşahîn, Pîr Huseyîn Gazî Metîn, Pîr Adiguzel, Pîr Mehmet Yuksel, Pîr Alî Gul Soysuren, Kemal Bulbul, Şukru Yildiz, Cemo Dogan, Mehmet Komur, Mehmet Tural, Zeynel Dogan, Suleyman Zaman, Servet Demîr, Huseyîn Kellecî, Azîz Tunç, Cîhan Çelîk, Alî Sîzer, Alî Ozcan, Salam Gumuş, Huseyin Narli, Îsmaîl Pehlîvanli, Prz. Alî Yildirim, Sezgîn Kartal, Berrîn Sularî, Velî Haydar Guleç, Ahmet Bakir, Necdet Saraç, Recaî Aksu, Elîf Tabak, Nevîn Yildiz, Kamîl Ateşoglu, Hîlmî Yarayici, Fadil Ozturk, Şeho Demîr, Şukru Samsunlu, Ozgür Findik, Kemal Karagoz, Hîlal Yagiz, Cîlem Oz, Sezgîn Kartal, Şener Sumen, Olcay Kaya...
Saziyên Elewiyan ên dan xuyakirin ku piştgiriyê didin hewldanê ev in: ABF (Federasyona Elewî Bektaşî), PSAKD (Komeleya Çandê ya Pîr Sultan Abdal), AKD (Komeleyên Çandê yên Elewî), HBVAKV (Weqfa Çanda Anatolia ya Haci Bektaş Velî), ODAD (Komeleya Elewiyan a Azad û Demokratîk), Komeleya HBV a Hunkar, Levh-î Kalem (Civaka Fikir a Elewiyan)