Pîşeyê tune dibe: Sefarî
11:36 21.10.2013 1 / 8 AMED (DÎHA)- Karê qelaykerî (Sefarî) ku ji Ermeniyan emanetê esnafên Amedê mabû, di salên dawî de bi pêşketina teknolojiyê re tune û winda dibe. Qelaykerê bi navê Mehmet Taşiyan, anî ziman ku 30 sal berê rastî eleqek pir mezin dihat, lê niha kes serî li wan nade.
Li Navçeya Sûrê ya Amedê çarşiya şewitî berê bi navê sûka sifirwanan dihat zanîn. Lê niha li vê sûke ku berê wekî "Sûka qelayker dihat zanîn tenê 2 esnafên sefariyê mane. Bi pêşketina teknolojiyê re gelek ked, huner û berhemên hunerî u dîrokî tev li rûpelên dîrokê dibin û winda dibin. Hin pîşe û huner hene bi destê kal û pîran li ser piyan dijîn. Yek ji van pîşeyan hunera sefariyê ye. Sefarî, sefartî an jî sefarkarî, paqijkirina firaqên sifir ji tenî yan jî ji qilêrê. Ji kesê ku sefariyê dike re sefar tê gotin. Berê ev kar li Kurdistanê bi giranî ji aliyê filehan ve dihate kirin. Niha ev kar her ku diçe têk diçe û tev li rûpelên dîrokê dibe. Bi pêşketina teknolojiyê, koçberî valakirina gundan û şerê li herêmê gelek pîşeyên berê bi kedek mezin dihatin parastin niha yek bi yek têk diçe.
Li herêmê bi pêşketina teknolojî, sanayîtî û şerê herêmê gelek huner, berhem û keda mirovan belav kir û têk bir. Ji ber şer, kedxwarî serfkirina bê kontrol û teknolojiya bê dîsîplîn û armanca kapîtalizmê dike, sal bi sal gelek berhemên dîrokî û çandî ku bi kedek mezin û sebrek mezin hatine avakirin piştî demekê winda dibin. Pîşeyê kulavanî, tevn, nalbendî hezirvanî, semerî, zembilî û karê kevir ku bi keda desta û hêsirên çavan dihatin çêkirin yek bi yek têk diçe û tev li rûpelên dîrokê dibin. Yek ji van pîşeyê dîrokî ku bi huner, sebr û kedek mezin heta îro hat, niha têk diçe û winda dide.
Qelaykerê bi navê Mehmet Taşiyan anî ziman ku; 30 salin vî karî dike û wiha got: "20 sal berê em nikaribûn ji ser kar serê xwe bilind bikin. Niha ev kar bi xelasbûne re rû bi rû ye. Berê kar hebû pere tûne bû. Îro jî, ne kar ne jî pere heye." Taşiyan, da zanîn ku berê karê qelaykeriyê Ermeniyan çê dikir û wiha berdewam kir: "Hostayê hostayê min jî Ermenî bû. Piştî ku ermeniyan bar kir û çûn, karê xwe ji me re man. Ew ji van deran hatin qewirandin. Ji ber ku mirovên me rûmet û qimetekî baş nedan wan. Piraniyê wan niha li derê welat dijîn." Taşiyan, da zanîn ku ji aliyê qelaytiyê hostatiya wan baştir bû û kurd ji ermeniyan hînî pîşeyê qelaykeriyê bûn û wiha berdewam kir: "Karê me, wekî berê çêna be. Kar ji me re bi piranî ji gundan tê. Berê ne ji ber vî karî bûya em dê birçî bimana. Sîtilek mezin qelaybûna wî bi 100 baqnotî çêdikin. Maddeya xam ji me re ji Dîlokê tê. Em jî li vir wek sîtil, beroş, cezve çêdikin. Yê ku binê wan qîr dibe jî em bi qelayê nû dikin. Qelay bi agir tê helandin û piştre bi pembû binê qezan û beroşan tê paqijkirin. Yê ku rengê wan zereye jî bi asitê tê çêkirin. Piştî ku hesin û teflon hat îcatkirin karê me kem bû. Ji aliyê tendûristiyê ve sifir baştir e. Le niha kes sifira tercîh nake."
Li Amedê sifirvanî tenê li ser milê 2 kesan e
Qelayker Mehmet Taşiyan daxuyand ku yê bi navê kevin ku sûka sifirwanan dihatin zanîn kargeh û hoste gelek bûn û wiha dawî li axaftina xwe anî. "Niha ji wan du kes man. Ev kar em û birayê xwe dikin. Ji bilî me kargehê din jî heye. Kare ku em dikin zehmet e. Her tim di nav toz, qir û asîtê de ne. Ji ber vê yekê pir hoste qanser bûn. 20 sal berê karê me pir bû. Niha kar nema, encax debariya xwe dikin. Bi avahi biçe em ê mecbûr bimînin ku dev jî vî karî berdin."
(mc/mae)